ENQERE – Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê (AKFF) ku par ji ber pandemiyê online hatibû kirin, îsal dê di 13-15’ê gulanê de were lidarxistin. Mîhrîcan dê 3 rojan berdewam bike û gelek fîlmên xelat wergirtin jî dê di mîhrîcanê de bên pêşandan.
Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê (AKFF) ku her sal di meha gulanê de tê lidarxistin dê îsal di navbera 13-14-15’ê gulanê de bê lidarxistin. Par ji ber pandemiyê mîhrîcan online hatibû kirin. Di mîhrîcana îsal de dê fîlmên metraja wan dirêj, belgefîlm, anîmasyon û kurtefîlm bên peşandan. Mîhrîcan dê di 13’ê gulanê de bi fîlmê “Cîran” ê derhênerê kurd ê Swîsreyî Mano Khalil dest pê bike.
Ji hevkarên damezirîner ên mîhrîcanê û organîzatorê Hollandî Reber Dosky dê bi fîlmê “Sidik û Panter” ê bi metraja dirêj ku di 8’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê de xelat wergirtibû beşdarî mîhrîcanê bibe. AKFF’ê di malpera xwe de diyar kir ku mebesta wan ew e ku ji fîlman heta belgefîlman, ji anîmasyonan heta produksiyonên medyayê yên nûjenîxwaz, gelek derdorên cuda di sînemeya kurdî de bicih bikin.
Bernameya mîhrîcanê wiha ye:
13’ê Gulanê
Mano Khalîl- Cîran
14’ê Gulanê
Arsalan Amîrî – Zalava
Mîraz Bezar – Before Your Eyes (Li Ber Çavên Te)
Shawkat Amîn Korkî- The Exam (Ezmûn)
Ferît Karahan – Traşa Dibistanê
Hîner Saleem – My Sweet Pepper Land
Şêro Hindê – Love in the Face of Genocide (Li Qeraxê Qirkirinê Evîn)
Elîf Yîgît – Heskîf
Haşîm Aydemîr – Dema Dirîreşkan (Blackberry Season)
Antonia Kilian – The other side of the river (Aliyê Din ê Çem)
Apo Bazidî – Resistance is life (Berxwedan jiyane)
15’ê Gulanê
Soleen Yusef- House without Roof (Mala Bêban)
Hogir Hirorî- Sabaya
Dirk Schäfer- The Bachelor House (Mala Ezeban)
Yilmaz Guney – Yol (Rê)
Kazim Oz – Zer
Îbrahîm Selman – Nameyek bo Bavê Min (Brief aan mijn Papa)