EFRÎN – Wezîrê hundirîn yê Tirkiyê Silêman Soylu bi xwe bi polîtîkayên ser bajarê Efrînê tên meşandin re mijûl dibe û ew diyar dike.
Di dîmenê de jî weke tê dîtin Silêman Soylu bi xwe çûye Efrînê, li vê derê ji bo diyarkirina hin polîtîkayên nû yên dagirikirinê hatiye erkdar kirin.
Beriya çend rojan dîsa ji bo guhertina demografiya hin nîqaş hatibûn kirin, di heman demê de di van demên dawiyê de birîna daran jî zêde bûye. Ev hemû biryar diyar dibe ku ji devê Silêman Soylu derdikeve. Ji bo vê jî çûyîna wî ya bajarê Efrînê ne ji rêzê ye.
Lê belê di hin qenalên dijmin de hatibû gotin ku Silêman Soylu gihîşt kampên Kamûna li gundewarê bakurê Idlibê. Ev nûçe ne raste ji ber ku di hin wêneyên ku parve kirine de diyar dibe ew der bajarê Efrînê ye.
Ev hatina Silêman Soylu ya vê derê jî, mirov dikare bi bê çaretiya wan û bi binketina polîtîkayên wan binirxîne. Ji ber ku AKP-MHP’ê ya faşîst nikarîbû hember berxwedana gerîla berxwe bide, berê xwe da bajarên Kurdistanê. Hêzên dagirker li çiyayên Kurdistanê, hem di warê leşkerî û hem jî di aliyê manewiyet û pîskolojî de têk çûne. Ji bo vê jî niha hemû giraniya xwe dane ser bajarên Kurdistanê û bi taybet herêmên dagirkirî. Heta mirov dikare êrîşên ser Şengalê jî ji wê ne qut binirxîne.