HELEB – Ciwan û jinên ciwan ên Helebê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ser Şengalê meşiyan.
Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li Helebê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên bê navber ser Şengal û Herêmên Parastina Medyayê meşiyan. Meş li taxa rojavayê bajêr destpêkir û li navenda bajêr bi dawî bû. Di heman demê de bi sedan ji gelên li herêmê jî tevlê meşê bû.
Beriya ku çalakî destpêbike, ij bo tevahî şehîdan deqeyekê rêzgirtin sekinîn û piştre li ser navê berpirsê taxên Şêxmeqsûr û Eşrefiyê ve Ehmed Erec axivî û di nava axaftinên xwe de baş kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên ser Şengalê û got ku; “Ev êrîşên li ser Şengalê rû didin, ji yên ser gerîla qut û dûr nînin.”
Her wiha li navê Yekîtiya Mala Êzîdî Yildiz Milko axivî û di nava axaftinê xwe de bal kişand ser bê çaretiya dewleta dagirker yên hember berxwedana gerîla û got; “Ji ber ku dewleta Tirk nikarîbû li çiyayên Kurdistanê encam bigire, berê xwe da ser bajarên wê.”