KOBANÊ – Bi dehan ciwanên Kobanê li qada Jina Azad kom bûn û li dijî êrişên artêşa Iraqê yên bi desteka PDK’ê yên li ser Şengalê xwepêşandan li dar xistin.
Beriya xwepêşandan dest pê bike, hevseroka Desteya Ciwan û Wezîşê ya Herêma Firatê Xunav Elî axivî.
Xunav Elî bal kişand ser êrişa artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û got: ” Armanc ji êrişan dagirkirina Şengal e, lê belê em ji cîhanê bi giştî re dibêjin, êrişên artêşa Iraqê bi hevkariya PDK’ê, malbata Barzanî û desteka dewleta Tirk dê vîna gel neşikîne û nede koçberkirin.”
Xunav Elî di axaftina xwe de ev pirs kir: “Dema DAIŞ êrişî Şengalê kir, artêşa Iraqê û malbata Barzanî li kuderê bûn?”
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê di dawiyê de bang li ciwanên her çar aliyên Kurdistanê kir piştgirî bidin Şengalê û ji bo parastina Şengalê tev li seferberiyê bibin.
Piştre ciwan ji qada Jina Azad ber bi qada Şehîd Egîd û qada Azadî ve meşiyan.
Ciwanan pankartên ” Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” û “Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê” bilind kirin û siloganên şermezarkirina êrişa li ser Şengalê jî berz kirin.