NAVENDA NÛÇEYAN – Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan..
Zeman û mekan bi tenê bi bûyînê re pêkan e. Guherîn bi awayekî xwezayî encameke mevcûdiyeta zeman û hebûnê (mekan) ye. Ji bo hebûn û zeman pêk bên guherîn şert e. Guherîn hebûn û zemên piştrast dike. Ya girîngtir ew e, divê mirov naveroka têgîna guherînê ji hev derxe. Ji bo guherîn bibe divê tiştekî neguhere hebe. Guherîn li gorî yê naguhere dibe. Yê naguhere ew tişt e ku timî weke xwe ye. Yê naguhere hebûna eslî ye, weke cewher hebûn e, ew cewher e ku çavkaniya Bûyînê ya her heye û baqî ye. Belkî hinek bibêjin, hûn li vir bi awayekî mîstîk nêzî têgîneke xwedayî dibin. Lê em neçar in ku xwe bigihînin encameke bi vî rengî ya felsefî û ev jî bi zanistê re nelihev nîne. Jixwe mirov bibêje, ji mirov tê ku bi temamî karibe di warê bûyîn, zeman û mekan de bîr bibe û serwext bibe, ev jî metafizîk e. Serwextbûna mirov li mutleqê bi şik û guman e.
Ji lewra xusûseke girîng e ku mirov di zanista dîrok û civakê de guhertinê ne înkar bike ne jî zêde mezin bike. Civaka çandî ji civaka şareza mayîndetir e, cewherê civakê û hebûna wê pêk tîne. Civakek ku ji aliyê çandî ve bi hêz pêk hatibe, şensê wê heye bi awayekî mayînde dewam bike. Tevî ku dewlet û şaristanî dikevin ber çerxên gelek guhertinan û guhertinên bi lez, çand bi xwe derfetê didin guhertineke pirr bi sînor. Eger mirov bibêje qet guhertin nabe şaş e. Lê mirov behsa çandên timî diguherin, behsa nirxên bi lez diguherin bike jî bi qasî ya pêşî ango têgihiştina dibêje guhertin qet nabe, şaş e. Modernîte her tiştî di nava kêliyê de bi cih dike û behsa tempoya guhertineke bi heybet dike, ev bi xwe neguherînê îfade dike. Ya rast, jiyanên di nava kêliyê de dubare dibin û guhertinên bi leza herî bez, ne pêkan in. Îdeolojiyeke xapînok hatiye avakirin. Ev îdeolojiyên xapînok ên mohra lîberalîzmê li ser wan hene, bi armanca berevajîkirina têgihiştin û fêhmkirina dîrok û civakê ne.
Mirov rastiya civakî timî têrûtijî pêk bîne, wê bi heyecana pêkhatina kêliya di nava tevahiya rabihuriya kombûyî de pêk tê û bi hêviyên bêserûbinî yên paşerojê pêk bîne, ev rastiya jiyanê ya herî nêzî heqîqetê ye. Gelekî girîng e ku mirov pêkanîna şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê weke pirsgirêkeke bingehîn a teoriya sosyalîst û pratîka wê bibîne. Ev pêkhatin hem weke pêkhatina rast a heqîqeta civakî û hem jî weke îfadeya wê manedar dibe. Li şûna ku mirov sosyalîzmê bi tenê weke projeyek an jî bernameyeke der barê paşerojê de bibîne, divê mirov wê weke şêwazekî jiyanê yê exlaqî û polîtîk ê xwedî nirxekî estetîk ku kêlî bi kêlî azad û wekhev dike û edaletê li ber çavan digire, bibîne û bike heqîqet. Sosyalîzm şêwazekî jiyanê ye ku bi zanebûn heqîqetê îfade dike.
Dîsa şaş e ku mirov sosyalîzmê weke civakeke timî bi şeran û şoreşan tê bidestxistin bibîne. Bêguman wexta şert û merc stewiyan, ji bo veguherînên şoreşgerane şer jî pêkan in. Lê sosyalîzm bi tenê şoreş nîne; tevlîbûna demokratîk a civakê ye, û li dijî kapîtalîzmê jiyana bi serwextî û bi çalakî ye. Bi gotina “şoreş dibe, paşê jiyana sosyalîst pêk tê” mirov xwe dixapîne û dikeve nava bendewariyên tewş û badilhewa. Mirov rabihuriyê çiqasî bi serwextî bi hêz pêk bîne û bike niha, mirov ê paşerojê jî ewçend bi hêz û serwextî pêşwazî bike û pêk bîne.
Sosyalîzm di asta têgînê de xwe weke ‘civakparêzî’ eşkere bike rastir e. Ya şaş têgîna ‘civaka kapîtalîst’ e, û bi bihurîna ji civakê xwegihandina kominîzmê ye. Beriya her tiştî mirov heta çarçoveya civaka kapîtalîst (divê mirov modelên weke koledar, feodal û hwd. jî li vê zêde bike) baş destnîşan neke, divê têgîna civaka kapîtalîst weke heqîqeteke giştî ya civakî nenirxîne û ji vî şêweyî bigere. Ya herî rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê weke nexweşiyeke civakî ya kujer, weke mezinbûna girêkeke civakî ya cureyê kansêrê binirxîne.
Neteweya demokratîk modeleke neteweyê ye ku herî kêm ev nexweşî li cem wê hene. Rêveberiya xwe pîroz nake. Rêveberî weke diyardeyeke zelal di xizmeta jiyana rojane de ye. Wexta ku pêdiviyên wê bi cih bêne anîn, her kes weke karmendekî dikare bibe rêveber. Rêvebertî bi nirx e, lê pîroz nîne. Serê têgihiştina nasnameya neteweyî vekiriye; mîna mumîntî û endametiyeke dîn a sergirtî nîne. Mirov ji neteweyekî be, ev ne cihêwazî ye, ne jî qusûr û kêmaniyek e. Mirov dikare ji yekê zêdetir bibe endamê neteweyan. Ya rastî, dikare gelek netewetiyên cuda bikevin nava hev. Eger neteweya demokratîk bi neteweya huqûqî re li hev bike, bi hêsanî dikarin bi hev re bijîn. Tevî ku welat, al û ziman hêja ne jî ne pîroz in. Welat, ziman û alên hevpar dikarin di nav hev de, li şûna dijberiyê li ser bingehê dostaniyê bi hev re bin, ev hem pêkan e, hem jî li gorî jiyana civaka dîrokî ye. Diyardeya neteweya demokratîk bi van xisletên xwe hemûyan weke alternatîfa bi hêz a dewletdariya neteweyê ya destikê harkirina şer weke modernîteya demokratîk di dîrokê de ji nû ve cihê xwe digire.
Modela neteweya demokratîk weke modeleke çareserker, têkiliyên civakî yên neteweperestiya dewletê parçeparçe kirine ji nû ve demokratîze dike, li hev tîne, aştiyane û bêhnfireh dike. Kengî dewleta netewe ber bi neteweya demokratîk biberide ev yek ê bi xwe re destketiyên gelekî mezin bîne. Modela neteweya demokratîk beriya her tiştî têgihiştinên civakî yên bi şîddetê barkirî bi serwextbûneke rast a civakî nerm, mirovane û milahîm dike ango mirovî biaqil û hestyar dike, wî dike mirovê xwedî empatî û xweşbîn.
Modernîteya kapîtalîst û sosyolojiya ji wê îlhamê digire, li ser kategoriya neteweya demokratîk nasekinin. Ev jî ji şêweyê avabûn û hegemonya wê ya îdeolojîk e. Neteweya demokratîk bi tenê qîma xwe bi hevpariya zêhniyet û çandê nayne, bi tevahî endamên xwe li saziyên xweser ên demokratîk digihîne hev û rêve dibe. Ev xisleta wê ya diyarker e. Şêwazê rêveberiya demokratîk û xweser ji bo netewebûna demokratîk şertê pêşî ye. Bi vî aliyê xwe alternatîfa dewleta netewe ye. Li şûna rêveberiya dewletê, rêveberiya demokratîk derfetekî mezin ê azadî û wekheviyê ye. Sosyolojiya lîberal, neteweyê yan bi dewleteke avabûyî re yan jî bi tevgerekê re ku armanca wê avakirina dewletê ye, wekhev dibîne. Sosyalîzma pêkhatî jî xwedî lêgerîneke bi vî rengî bû û ev jî hêza îdeolojiya lîberal nîşan dide. Modernîteya alternatîf a neteweya demokratîk modernîteya demokratîk e. Ekonomiya ji yekdestdariyê rizgarbûyî, ekolojiya bi hawîrdorê re lihevkirî, teknolojiya dostê xweza û mirovî, bingehê sazîbûna modernîteya demokratîk e, ango bingehê sazîbûna neteweya demokratîk e.
Di şertên avakirina neteweya demokratîk de ji bo her mirovê me, ji gedeyê heft salî heta bi pîr û kalê heftê salî, ji jina wî heta bi mêrê wî, asta perwerdeya wî çi dibe bila bibe, ji bo her kesî karek pêkan e. Ji bo her kesî di asta îbadetê de kar an jî karên hem pêre mijûl bibe, hem pê xwe biparêze, hem pê xwe xwedî bike, hem jî pê xwe zêde bike, bi cih bîne û bi wî kar an karan xwe azad bike. Hema bila bi tenê ji îrade û bîreweriya neteweya demokratîk hindik be jî par û nesîbê xwe girtibe!
Mînak ez bûma, ez ê biçûma gundê xwe, Çiyayê Cûdî, qûntara Çiyayên Cîlo, dewrûbera Gola Wanê, çiyayên Agirî, Mûnzûr û Çewlîkê, keviyên Zê, Firat, Dîcleyê, deştên Ûrfa, Mûş û Îdirê, riya min bi ku biketa bila biketa, mîna ku ez ji keştiya Nûh a ji nava tofana xeternak derketî ez ê daketima, mîna Brahîm ji Nemrûdan, Mûsa ji Firewnan, Îsa ji Împaratorên Romayê, Muhammed ji cehaletê reviya ez ê ber bi xwesteka Zerdeşt a cotkariyê û dostaniya heywanan ve (vejeteryenê pêşî) biçûma, min ê bi îlhama ji wan û rastiyên civaka wan bigirta biçûma ser KARÊN XWE. Hejmara karên min dûrî aqilan wê zêde bûna. Min ê yekser bi kominkariya gund dest pê bikira. Mirov kominek an kominên gundan ên nêzî îdealê pêk bianiya wê çiqasî karekî bi coş, azadker û tenduristî bûya! Mirov komin û konseya kolanê an bajarekî pêk bianiya û bixebitanda wê çiqasî afirîner û azadker bûya! Mirov li bajêr akademiyek, kooperatîfek, komina fabrikeyekê pêk bianiya ma wê rê li ber çi venekirana! Mirov kongre û meclîsên giştî yên demokrasiyê pêk bianiya, li wan biaxiviya, kar bimeşanda wê çiqasî rûmetbilindî û serbilindî bûya! Çawa tê dîtin, sînorê hêvî û hesretan tineye û li pêşiya pêkhatina wan ji bilî ferd bi xwe ti astengiyeke ciddî tineye. Ji bo pêkhatina wan a divê hebe, hema bi tenê hinekî namûsa civakî û hinekî jî eşq û aqil e!
Divê jin ji bîr neke ku hedefa bingehîn a modernîteya kapîtalîst ew e, jinê bike koleyeke modern, nexasim vê jî hem bi rêbazên hişk ên hêza pere û desthilatdariyê îfade dikin, hem jî di serî de wêje bi rêbazên nerm ên hêza hunerê nîşan didin pêk tîne. Modernîte li hemberî jinê, çi bi rêbazên pere û desthilatdariyê, çi jî bi gelek sozên ji bo eşqê dide, di wê pozîsyonê de ye ku ji mêrê civaka berê qatbiqat zêdetir bi hêza êrîşê rabe. Li hemberî hêza xeternak a mêrê serwer pere û desthilatdariyê, gera jinê ya li jiyana azad ji xeyaleke tewş wêdetir ti maneya xwe nîne. Herçiqasî bi tevahî bi duristî û tevgerên xwe yên xweşik nêzîk bibe û li pey hevjiyana azad biçe jî jin li hemberî mêrê modernîteya heyî nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Ango her rê wê bibe koletiya jinê ya modern.
Eger jin tevî vê civaka mêrê serwer hemûyî di azadmayînê de israr bike, hingê divê yan xwe li jiyaneke tenêbûna wê mezin an jî li zehmetiyên milîtaniyek e ku her kêliya wê bi têkoşîna sosyalîstiyê tijî derbas dibe, ragire. Tenêtî ji bo rewşên marjînal e. Jiyana sosyalîst jî jiyaneke xwedawendan a di hemtayê çanda xwedawendên berê de ferz dike. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji xisletên xwedawendan ew bû ku bi mirovên mêr re nedizewicîn. Lê kengî mêr bû xweda, em ji dîrokê dizanin ku ji xwedawendan zêde tiştek nema. Ya ji jinê re dimîne melekbûn e. Lê jina bûye melek jî jina hinekî hêza xwe ya cins wenda kiriye temsîl dike. Jineke bi vî rengî, di civakê de ji rola qasidbûnê wêdetir ti rola wê namîne. Di mîtolojiyê de fîgura Înanna-Afrodît jineke cudatir e. Rûyekî jinê yê xweşikiya xwe, balkêşiya xwe ya cinsî û hêza xwe ya bedenî hê ji dest nedaye temsîl dike. Înanna-Afrodît weke Xwedawenda Eşqê hêmana hevjiyanê ya lê bigere, ew hêman e ku karibe hevjiyana azad pêre parve bike. Divê baş were fêhmkirin ku bi pirranî hêmanekî bi vî rengî bi tenê nîv-xweda û nîv-mirovekî mêr ê mîna Prometheûs e. Di dîrokê de û di roja me ya îro de ev hêman an jî bi pirranî mêr, mirov bi tenê dikare weke fîgurekê tesewir bike. Bi şerekî dûrî aqilan mirov dikare wî berbiçav bike. Jin heta xwedayên bêmaske yên xwe bi hêzên xeternak ên modernîteya kapîtalîst gurçûpêç kirine têk nebe nikare xwe pêk bîne. Ev berbiçavkirineke zor e, lê bêîmkan nîne. Sosyalîstbûn, hinekî jî berbiçavkirina îmaja Înanna-Afrodît û Prometheûs pêkan e.
Lê divê mirov ji bîr neke ku têgîna welat-niştiman a modernîteya kapîtalîst fetîşe kiriye û xistiye pêşiya civakê bi armanca karê ye. Dîsa girîng e ku mirov welat zêde mezin neke, nenepixîne. Têgihiştina “Her tişt ji bo welat” çavkaniya xwe têgihiştineke neteweya faşîst e. Ya manedartir ew e, mirov her tiştî ji bo civakeke azad û neteweyekî demokratîk bike. Divê mirov vê jî negihîne asta perestinê. Ya esas û bingeh ew e, divê mirov jiyanê bi nirx û qîmet bike. Welat ji bo jiyana ferd û netewe bi tenê navgînek e, naxwe îdeal nîne. Neteweya dewletê li pey pêkanîna civakeke homojen e, lê neteweya demokratîk bi giranî ji kolektîvîteyên cuda pêk tê. Ji ber ku cudatiyan dewlemendî dibîne û qebûl dike. Jixwe jiyan bi xwe bi cudatiyê pêkan e. Dewleta netewe ya ferz dike ku welatiyan bike tek tîp ên mîna ji tornayekê derketine, bi vî aliyê xwe jî bi jiyanê re li hev nake, berevajî ye. Armanca wê ya dawî afirandina mirovên robot e. Bi vê xisleta xwe jî ber bi hîçtî û netiştiyê ve diçe. Welatî û endamê neteweya demokratîk cuda ye û vê cudabûna xwe ji komên cuda digire. Hebûna qebîle û eşîran jî ji bo neteweya demokratîk dewlemendiyek e.
Herçiqasî rastiyeke welat a mêtingeh û qirkirinê hebe jî hebûna Kurdistanê înkar nabe. Heta ferdê dawî yê ji wan kesan ku bixwazin bi awayekî azad, girêdayî û hêjayî dîroka wê û rastiya wê ya civakê li ser erdên wê bimînin, hebe, hebûna wê wê dewam bike. Ne bi tenê welatê Kurdan, wê bibe welatekî hevpar ê Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Ereb û her ferd û çanda bi awayekî demokratîk, azad û wekhev parve dike. Nebûna dewleta netewe wê nebe bêşensî wê bibe şens. Vê carê, wê nebe welatê bajarvaniyeke biçîn a nû ku dijminê ekolojiyê ye, û nebe yê dewletdariya netewe, li Rojhilata Navîn wê bibe welatê şeveqa modernîteya demokratîk lê biavêje û bibe dergûşa wê ya têde mezin bibe.
Tim û tim behsa destûrên bingehîn û rejîmên siyasî yên naguherin û nayên guhertin dikin. Herhal em dikarin bi dîrokçeyeke kin bibînin ku ev pêkhatinên naguherin û nahejin, temenê wan bi tevahî sedsalek jî nîne. Di vir de ya girîng ew e ku mirov bibîne çawa bi gotinên siyasî û îdeolojîk rojane fikir û îradeya mirov girê didin. Kulmozên îstîsmar û desthilatdariyê gelekî hewcedariya xwe bi vê retorîka siyasî û îdeolojîk heye. Bêyî retorîkeke xurt a îdeolojîk û siyasî rêvebirina civakên îro gelekî zehmet e. Ji ber vê yekê, organên medyayê gelekî pêşdebirine û xurt kirine. Dîsa pirraniya saziyên fikr û zanistê bi kulmozên îstîsmar û desthilatdariyê ve hatine girêdan.
Em çiqasî karibin fêhm bikin ku rastiyên civakî ew rastî ne ku tim û tim hatine avakirin, em ê ewqasî jî karibin hukim bikin ku ji nû ve avakirin û xirakirina wan hewcedariyek e. Rastiyên civakî yên naguherin û nayên xirakirin nînin. Jixwe xirakirin û dejenerekirina saziyên zordar û mêtinger yek ji şertê jiyana azad e ku jê nayê gerîn. Em wexta dibêjin; rastiya civakî, mebesta me bi tevahî sazîyên maddî û îdeolojîk ên civakê ne. Ji ziman heta dîn, ji mîtolojiyê heta zanistê, ji ekonomiyê heta siyasetê, ji huqûqê heta hunerê, ji exlaq heta felsefeyê di qadên civakê hemûyan de rastiyên civakî timî di şert û mercên munasib ên zeman û mekan de têne avakirin, xirakirin, restorekirin û yên nû têne pêkanîn.
Di şaristaniya kapîtalîst de rola çandê gelekî girîng e. Weke tevahiya zêhniyeta qadên civakî çand berê hat asîmîlekirin ango li gorî desthilatdariya siyasî û aborî hat hûnandin û paşê li tevahiya komên dinyayê ango netewe, gel, dewlet-netewe, civakên sivîl û şîrketan hat belavkirin û xistin îndustriyeke mezin. Wêje, zanist, felsefe, qadên din ên hunerê û qadên sereke yên weke dîrok, dîn û huqûqê kirin obje û bi vî awayî kirin meta. Pirtûk, film, rojname, TV, internet, radyo û amûrên wekî wan, fena metayên vê îndustriyê kêrhatî ne. Li vir metayên çandî rê li ber hatineke mezin a aborî vedikin, tevî vê jî fonksiyona wan ya herî hilweşîner di êsîrgirtina zêhniyetê de bi awayekî di dîrokê de hîç nehatiye dîtin bi cih tînin. Ango mirovan ji dewaran jî wêdetir, dikin çînek, neteweyek, eşîrek û her cure cemaeta maneya xwe wendakirî, bi kurtî GİRSEyeke mîna meymûnên nefsokî, bêserûber û çeloxwarî diafirînin û pê dilîzin. Mîmarên wan ên sereke dewletên netewe ne, şîrketên global û yekdestdarên medyayê ne. Ji bilî hatina peran û çûna wan, ti tiştî civakê wan eleqedar nake. Derdorên herî xizan kirine jî xistine rewşekê ku nikarin bifikirin û tenê xeyal dikin rojekê gelek peran bi dest bixin û li gorî kêf û dilê xwe bijîn.
Bala xwe bidinê, xizankirina mirovan weke diyardeyeke çandî tê bikaranîn. Di wan serdemên navîn de jî ku em wan naecibînin, xizanî weke sedema isyanê tê qebûlkirin, lê di bin hegemonya çandî ya fermî de bi destxistina heqdestekî bûye armanc û hedef, ev jî serketina çandî ya sîstemê nîşan dide.
Cîhana ferazî ya di bin hegemonya zêhniyeta kapîtalîzmê de ji aliyê saziyên medyayê yên bingehîn ve tê meşandin, dîsa amûrekî girîng ê zêhnî ye. Ferazîbûna jiyanê asta herî jor a mejiyê analîtîk gihiştiyê nîşan dide. Wexta bûyereke mîna şer ya herî şer herî bi dehşet jî bi awayekî ferazî were nîşandan, heye ku ew bi serê xwe karibe exlaq hilweşîne. Jiyana beden û mejiyê mirov nediceriband, ji berê de jêre digotin jiyana sexte. Navê ferazî lê kirine, bi vê jiyan ji sextetiyê xilas nabe. Em li vir teknîk û zanista rê û derfet daye jiyana feraziyê gunehbar nakin. Em li vir careke din li bikaranîneke xirab rast tên û dibînin zêhnê ferd ditevizîne. Teknolojiya serberdayî, sîleha herî bi tehlûke ye. Serdestiya kapîtalîzmê li teknîkê û hewcedariya bi rêvebirina mîlyaran, sedema bingehîn e ku sînorên jiyana ferazî berfireh dike. Jiyan êdî nayê jiyîn. Timî dibe ferazî. Mîna ku mirov şipiya bimire û mirî bimîne. Simulakr îfadeyên herî berçav ên jiyana ferazî ne. Mirov her têkilî, bûyer û berhemî sîmule bike pê nabe xwedî zanîn. Ev yek mirovî ehmeq dike. Bi teqlîdkirina tevahiya berhemên şaristaniyê pêşketin çênabe; hegemonya çanda teqlîdê tê çêkirin. Di cewherê jiyanê de cihêtiya heyî, xwe naspêre dubarebûnê. Dîrok bi xwe jî xwe dubare nake. Teqlîd dijberê pêşketinê ye. Jiyana ferazî jî xwe dispêre teqlîdeke bê sînor. Her kes hev teqlîd dike û bi vî awayî wan dişibînin hev. Bi vî awayî keriyên pez diafirînin. Serdema fînansê jiyana ferazî nebe nikare li ser piyan bimîne. Lê bi ehmeqiyeke bê sînor dikare bimeşe, ew jî bi sextetî û jiyana ferazî dibe.
Ji bo mejî û dil şuştinê, medya amûra herî bi hêz a modernîzmê ye. Ev cîhazên behsa wan tê kirin, ji derfetên teknolojiya ragihandinê sûdê werdigirin û ji bo gihandina welatiyê dewleta netewe dixwaze rê xweş dikin. Nexasim sê S’yan, seks, spor û sinaetê populer dikin, naveroka wan pûç dikin û ji civakê re wan pêşkêş dikin, bi vî awayî di çêkirina welatiyê efyonkêş, herî ehmeq û rezîl de medya bi roleke sereke radibe.
Medya di van sê qadan de jî amûrê herî bi bandor ê şer e. Bi qasî medya di bin destê yekdestdaran de ti amûr di şerê li hemberî civakê de bi roleke hilweşîner ranebûye. Bêguman wexta ji aliyê şaristaniya demokratîk ve jî were bikaranîn wê weke amûrekî pirr bi tesîr ê demokratîkbûnê bi rola xwe rabe.
Pirraniya xebatên sîstem dike, ji bo ku hebûna xwe di tevahiya qadên ekonomîk, civakî û siyasî de ava bike û dewam bike, di çarçoveya terorê de ne ku di dîrokê de mînakên wê kêm hatine dîtin.. Dixwaze terora mezin bi hêmanên provakatîv veşêre. Bi destxistina pereyan ji pereyan li derveyî ekonomiya Pêkhatî bi giranî pêk hatiye û ev yek bi destê xasûk û bi hêz ê di dîrokê de tîmî derketiye pêşberî me, hatiye kirin û ev destê behsa wî tê kirin xwe kiriye sîstem û li ser serê civakê rûniştiye. Diziyên Çil Heramiyan ji mîlyarê yekê diziyên yekdestdarên serdema fînansê nake. Diziyên evçend berfireh bi temamî di sîstemên terorê de dikarin bêne kirin. Di vê çarçoveyê de diyardeya bi navê serdema ragihandinê bi tenê ji bo veşartina terora fînansê hewce bû. Belkî jî bi vê armancê têgîna em jêre terora medyayê dibêjin, bibe xwedî mane. Kurtûkurmancî, sîstem bi xwe di dîrokê de terorîstê herî mezin e ku hatiye dinyayê û siberojê dîsa wê yê herî mezin be.
Di serdema kapîtala fînansê de ku sermayeya herî feraziye ya modernîteya kapîtalîst e, civak bi qasî ku di ti dema dîrokê de nebûye bi jihevdeketinê re rûbirû ye. Çaviyên polîtîk û exlaqî yên civakê hatine parçeparçekirin. Ya pêk tê, diyardeyeke civakî ye ku mirov dikare wê weke ‘qirkirina civakê’ bi nav bike û ji tevahiya qirkirinan girantir e. Serweriya medya sermayeya feraziye di rewşa sîleheke welê de ye, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn girantir qirkirina civakê daye ber xwe. Topên xwe yên milliyetgirî, dîndarîtî, cinsiyetparêzî, zanistperestî û hunermendî (spor, rêzefilm û hwd.) tevahiya bîstûçar saetên rojê wer bi serê civakê de diteqîne di bêvlê re tîne, ma li hemberî van sîlehên medyayê wê bergirî û parastina civakê çawa were kirin?
Medya jî bi awayekî mîna duyemîn aqilê analîtîk li ser civakê fonksiyonel e. Çawa ku aqilê analîtîk bi serê xwe baş an jî xirab nîne, medya jî bi serê xwe amûrekî notr e. Weke her sîlehê, yê wê bi kar bîne rola wê diyar dike. Hêzên hegemonîk çawa ku her tim xwediyê sîlehên bi bandor bûn, li ser sîleha medyayê jî hêza serdest in. Ji ber ku medyayê mîna duyemîn aqilê analîtîk bi kar tînin, di warê bêtesîrkirina hêza berxwedanê ya civakê de jî gelekî bi bandor in. Bi vê sîlehê civaka ferazî tê avakirin. Civaka ferazî, şêweyekî din ê qirkirina civakê ye. Mirov dikare dewleta netewe jî weke yek ji şêweyên qirkirina civakê bihesibîne. Bi herdu şêweyan jî civakê ji civakbûnê derdixin, dikin amûrekî yekdestdariyê ku çawa ber bidin pêşiyê welê dimeşe. Bi qasî ku mirov xwezaya civakî piçûk bibîne bi tehlûke ye, derxistina civakê ji civakbûnê jî tê maneya tehlûkeyeke wilo ku sînorê wê diyar nîne û derî li her cure tehlûkeyê vekirî tê hiştin. Serdema yekdestdariya feraziye jî mîna sermayeya fînansê bi civaka ji civakbûnê derketiye dikare hebûna xwe pêk bîne. Herdu jî di heman demê de derketine holê û ev jî xweber nîne, yek bi ya din re têkiliya xwe heye. Civaka ji civakbûnê hatiye derxistin a dewleta netewe (civaka xwe dewleta netewe dihesibîne) û civaka medyayê ji rê derxistiye, bi temamî civakên têkçûyî ne, û hewl didin li ser xirbeyên wan tiştên din ava bikin. Hîç şik û guman têde nîne ku em di serdema civakeke bi vî rengî de ne.Civakeke bi yekdestdariyên medyayê di dinyayeke ferazî de bêhnçikandî û serkorî hatiye kirin, çiqasî bêreaksiyon were kirin bila were kirin, bi amûrên desthilatdariyê heta bi çaviyên wê çiqasî were kontrolkirin û bixin bin çavdêriyê, pêxîrtengiya avabûn û zêhniyetê ya sîstema modernîte û şaristaniya dinyayê ya bi giştî pênc hezar salî û bi taybetî jî çarsed salên dawî li nuqteya herî binî ne. Kapîtalîzma fînansê ya bûye hêzeke hegemonîk û global bi awayekî eşkere vê yekê piştrast dike. Dinya ku çerxên wê ji aliyê kapîtalîzma fînansê ve têne gerandin, bûye dinayeyeke krîzan a ji ber pêxîrtengiyan diperpite.
Şerên hegemoniyayê bi qasî ku bi ti dema şaristaniyê re mirov nikaribe qiyas bike berfireh, zêde û demdirêj bûne. Yekdestdariyên tevlî şer jî bûne di asta neteweyî û navneteweyî de bûne. Ji lewra cara pêşî şerên di asta dinyayê de hatine naskirin û dîtin. Şerên xwecihî û herêmî ti carî kêm nebûn. Ji vê jî xeternaktir, dewleta netewe her ku çû civak bi temamî mîlîtarîst kir û bi awayekî xist nav rewşa şer. Mirov ji civakên roja me ya îro re bibêje civakên di nava rewşa şer de rastir e. Rewşa şer a tê ferzkirin di du cihokan re dimeşe: Ya pêşî, cihoka rêya objektîv e, amûrên desthilatdarî û dewletê mîna torekê xwe li tevahiya çaviyên civakê dialînin dixin bin çavdêrî, kontrol û zextê. Rêya duyemîn, bi cihokên teknolojiya înformatîk (yekdestdariyên medyayê) a di pêncî salên dawî de ji aliyê naverokê ve bi şoreşekê pêş ket, li şûna civaka rastî civakeke ferazî da bicihkirin. Mirov ji herdu rewşên şer re dikare bibêje qirkirin an jî kokqelandina civakê. Tevî ku şêweyên qirkirinê yên berê bi sînor têne pêkanîn jî bi van qirkirinên nû yên zêde û dewamî têne kirin, dawiya xwezaya civakî tê amadekirin. Belkî afirînerên dişibin cureyê mirov hebûna xwe dewam bikin: lê weke girseya kerî û girseya faşîzmê. Bîlançoya qirkirin û kokqelandina civakê ji qirkirinên fizîkî girantir wê encama xwe diyar bike ango civak wê wesfê xwe yê exlaqî û polîtîk ji dest bide. Girseyên mirov ên li hemberî felaketên herî giran ên civakî û ekolojîk berpirsiyariyê his nakin, vê rastiyê ispat dikin. Kes nikare înkar bike ku rewşek heye ku rewşeke ji pêxîrtengî û krîzê wêdetir îfade dike.
Nîqaşkirina modernîteya demokratîk girîng e. Ev pêwîst e. Divê herdayîm were nîqaşkirin. Em dibêjin ku hemû xebatkar bi durûstiya xwe, bi fedakarî, bi feraseta rast a rêxistinê bersiv bidin ji bo serketinê ev hewcehî ye, em li benda vê ne û serketinê dixwazin, silavên xwe radigihînin.