NAVENDA NÛÇEYAN –
Gelê Kurd yek ji wan neteweyên herî qedîm ê mirovahiyê ye ku karibûye bê nasname hebûna xwe biparêze. Her çiqas nasnameyeke fermî tune be jî nasnama Kurd çanda wan bû. Yek ji çandên ji bo mirovahiyê bûne kok bû. Weke kaniyek mirovahî jê xwedî dibû. Bi şaristaniya dewletparêz re ev çand xwe weke qebîle, eşîr û bavik rêxistin kirin. Têkiliyên civakî rengê xwe yê civaka xwezayî parastin, bernedan. Jiyana komunî ber û berhemên mîrateya mirovahiya azad heta roja me ya îro gihand.
Li dijî hemû êrîşên dixwestin Kurdan tune bikin û bikin kole, xwe parastin, şer kirin, li ber xwe dan. Vekişiyan serê çiyan, çand û zimanê xwe yê hezarê salan berdewam dan jiyankirin. Lê her tim berxwedanê ji bo xwe esas girtin. Jiyaneke ne li ser axa xwe, weke mirin didîtin, lewma axa xwe pîroz didîtin û bi wê bîr û baweriyê welatê xwe parastin. Ji ber ku namûsa wan welatê wan bû. Dema dijminan dixwestin welat dagir bikin jin û mêr tevda, li ser pişta hespan şer dikirin. Her wiha weke welatekî bê dewlet hebûna xwe heta roja me ya îro anîn.
Di ferhenga çanda jiyana xelqê Arî de jiyan berxwedan bû, berxwedan jiyanê dianî. Bi hezarê salan yan li ber xwe dan hebûna xwe parastin, yan jî hatin tunekirin. Her wiha berxwedan di şexsê wan de bû çandek, bû nasnameyek. Dîsa hin dem û bûyer hebûn ku berxwedana hatî dayîn di şexsê kesayetên çeleng de bû sembola tevahî gel û mîrasek ji nifşên pişt xwe re hiştin. BûnZadîne Xan û ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kelehên Kela Dimdimê avêtin. Bûn Rindêxan û ji bo destê dijmin giyanî wê yê pak û pîroz qirêj neke xwe berda nav avên çem û rûbaran. Di zindanên faşîzma Tirk de bû Sara, ala berxwedanê ji Mazlûm Dogan hilgirt û tifî rûyê celadan kir. Bû sembola berxwedanê.
Her netew, sembolên xwe yên pîroz hene. Ew sembol weke remz û nîşane her dem pîroz in di bîr û hişê endmên xwe de. Dema navê wan tê gotin wateya ku di hişê mirov de diyar dibe heman yek e. Hevala Bêrîtan jî weke hevala Sara di bîr û hişê gelê Kurd de bûye sembola berxwedanê. Sembola ku nirxên xwe nade dijmin. Sembola ku nirxa herî mezin; Azadiyê di şexsê xwe de misoger dike.
Hevala Bêrîtan nirxa herî mezin a mirovahiyê; ango Azadiyê bi şer bi dest dixe. Lewma nirxên ku bi şer, talan, komplo û bêbextî, xiyanet û kirêtî dixwazin dagir bikin, bi dest bixin, tenê dikare bi şer were parastin û watedarkirin. Bi hezaran sal dijminên Kurd dema ku nikaribûne berxwedana Kurd têk bibin û nirxên wan ên pîroz desteser bikin serî li komployan dane. Kurd kirine dijminê Kurd û xiyanetê pêş xistine. Kurmê darê xwedî kirine.
Dema ku gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo rabû serhildanan, heman dîsa eynî lîstok kirin dewrê. Destê xwe yê qirêj dirêjî nav Kurdan kirin. Di Başûrê welêt de xwestin destkeftiyên gelê Kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê de bi dest xistî desteser bikin. Lewma jî êrîşeke topyekun dan destpêkirin. Hevala Bêrîtan tevî ku birîndar e jî di çeperên pêş de şer dike. Di kêliya ku şer gur dibe de fişekên wê diqedin. Lê şerê di dil û mêjiyê wê de çalak berdewam dike. Îsyanên wê li lûtkeyan bi kîn û nifrîn in. Bangewaziyên teslîmbûnê têde hêrs û nifrîneke pir mezin didin avakirin. Bi bîr û bawerî, bi zanist û felsefeya azadiyê hatiye çiyayên Kurdistanê. Û fikir û hesta herî zelal ku di dil û mêjiyê wê de diyar e Azadî ye. Ji Rêberê Azad bangewaziya Azadiyê girtiye û wisa tevlî bûye. Azadî watedayîn e, Azadî îradebûn e, Azadî şerkirin e, kar û xebat e ji bo wê.
Kêliyên Azadiyê di heman demê de kêliyên xwebûnê ne ji bo hevala Bêrîtan. Baş dizane; teslîmî dijmin bibe eger ne tenê bedena wê, lê wê tevahî welatê wê dîl bikeve. Çanda berxwedanê ya jina Kurd di demarên wê de xwîneke diherike. An azadî, an azadî; rêyeke din tune pêde biçe. Bi vê bawer e û bi azadiyê îqna ye. Tu dudulî najî weke ku demeke dirêj li ser van kêliyan fikirîbe bixwebawer tevdigere. Tenê bi îradeya xwe hereket dike. Biryar a wê ye, çalakî ya wê ye, lê encam dibe ya gelek, welatek. Ji tu kesî bandor nabe. Dema xwe ji zinaran ve berdide bêmiriniyê diruşmên navê Rêbertî tîne ziman. Yek rê, yek hilbijartin, yek hedef, yek xeyal Azadî ye. Xwebûna xwe dijî, cewhera xwe dijî. Û di giyanê xwe yê pîroz de azadiya me jinên Kurd şênber dike. Rêya azadiyê bi gul û beybûnan li ber me radixe. Her çiqas berdêlên wê giran bin jî, hebûnek, xwebûnek watedar, tenê dikare wiha bi qehremanî were avakirin.
Ew kêliyên Azadiyê bi navê hevala Bêrîtan bûn sembol, bûn nasnameya jina Kurd. Bi hezaran keçên Kurd navê wê li xwe kirin û kevneşopiya berxwedanê berdewam kirin. Bi vî ruhê teslîm nabin tola jinên Kurd ji dijminan girtin. Bûn Çîçek, bûn Delal, bûn Arîn, bûn Avesta, bûn Nûcan û Esmer û di bîr û hişê jinên cihanê de hêviyên azadiyê jinûve şîn kirin, geş kirin.
Ev kevneşopiya berxwedanê ye ku îro gerîlayên azadiyê di çeperên şer de dide şerkirin. Dagirker û komploger demên xwe yên dawiyê dijîn li ser xakên Kurdistanê. Bi vê hêrsê êrîşên hovane dibin ser gerîlayên azadiyê. Kevneşopiya berxwedanê di her çeperên şer ên Heftenînê de gurzên giran li mêjiyê xiyanetkar û dagirkeran didin. Îcar bi navê hevalê Rustem berxwedan careke din dibe jiyan. Ji bo jiyan bide hevalên xwe heval Rustem fedaiyane, kirasê bêmiriniyê li xwe dike. Di rêhevaletiya PKKê de jiyan bi qasî di oxira wê de mirinê hilbijêre tê hezkirin. Heval Rustem ala ku ji mîrateya berxwedanê ji rêheval Bêrîtanan girtî careke din li çiyayên Kurdistanê radike û careke din bi jiyana xwe jiyan dide hevalên xwe û giştî mirovahiyê.
Di cîhanê de tu hêz tune ku vê ruhê qehreman têk bibe. Ev ruhê fedaiye ku wê şoreşa mirovahiyê li tevahî cîhanê belav bike…