NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bîranînên Gerîla..
Çîrok û dîrok dû pêyvên bi hev re girêdayî ne. Dîrok bi çîrokan ava dibe, ango yê ku dîrokê ava dike çîrok in. Her çîrokek ji dîrokê xalên girîng nîşanî me dide. Çîroka her însanekê heye. Çîroka her avabûnekî jî heye. Lê em çiqas di ferqa xwe û avakeriya xwe ya dîrokê de ne?
Dema em li dîroka dûr mêyze dikin, ji avabûna gerdûnê heya niha çîroka avabûnekî heye. Ev avabûna gerdûnê ye, avabûna xweza, mirov û mirovahiyê ye. Di teqemeniya mezin a gerdûnê de çawa ku dinê ji tavê qût dibe û bi demê re sar dibe û dibe qadekî ku lê were jiyîn; her dayîkek jî bi her zayînekê nû weke gerdûnê cîhanan ava dike. Her yek ji me, weke cîhanên ku ji tavê ava dibe, xwediyê çîrok in. Heya cihekî ne di hêza diyarkirina çîroka xwe de ne. Lê bi demê re dê çîroka me jî çawa bi rê ve biçe û bigehije ku derê ev yek di destê me de ye. Lewra jiyan bi xwe jî çîrokek dûv dirêj a ji jiyana me hemuyan pêk tê ye.
Jiyan bi keda mirov tê avakirin. Ked xwidana avakirinê ye. Di her kêliyê jiyanê de, her gava ku ji jiyana azad re tê avêtin de bê guman kedekî mezin tê dayîn. Yek ji van kedkaran jî guman nîne ku gerîla ye. Her gerîlayek xwedî çîrokên nemir ên ku ji dîrokê re were hiştin e. Di van çîrokan de gelek qehremanên vê axê, gelek xweşikbûnên welat û gelek sedemên şerkirina li hemberî feraseta hovane ya pergala baviksalarî heye. Min gelek rêheval naskirin, her hevalekê ji min re bûn çîrok. Min gelek çîrokên ku di hişê min de bûn efsane û destan naskirin. Her yek ji wan çîrokan bûn sedemê xweşbûna jiyana min. Çîrokên ku di kenên xwe de evînên nemir dijîn… çîrokên ku di dilên xwe de eşqa bê dawî dijîn…
Di her dem û demsalê de yek ji kesên ku herî zêde çîrokan di dilê xwe de kom dikin bê guman gerîlayên azadiya Kurdistanê ne. Di jiyana gerîla de her kêlî, rê û rêwîtî dibe çîrokek mezin û bi qasî bilindahiya çiyayan dirêj dibe. Ji lewra bi qasî pariyê nan û ava ku di rêwîtiya xwe de bi xwe re ra dikin, her bîranînek xwe jî radikin gel xwe û dimeşin gerîla. Ezê jî di vê nivîsa xwe behsa bîranînekê ango çîrokeke xwe yê di dilê min de cih girtiye û bûye beşek ji jiyana min a herî bedew a gerîlatiyê bi we re parvebikim.
Di jiyana me de hîn dem hene ku mirov hîn bêhtir veduguhere hebûna xwe û rastiya xwe. Yek ji wan serdeman jî ji bo min havîna sala 2015’an bû. Min di jiyana xwe de cara yekemîn ewqas bedewiyên xwezayê, dewlemendiyên xwezayê bi germahiya rêhevaltiyê didît. Ji ber ku min gerîlatiyê nû jiyan dikir. Her tiştek ji min re cûda bû, xweş bû. Çaya germ cara yekemîn ewqas bitehm bû. Bitehmbûna çayê ez dibêjim qêy hemu bedewiyên ku min cara yekemîn didît pênase dike. Bê guman şervanekê ku cara yekemîn gava xwe davêje çiyayên azad, hîn bêhtir bi baldarî li xwezayê temaşe dike, hesreta ku bi salan dijî lê nikare pênase bike bi dîtina xwezayê û rêhvaltiyê dibîne.
Vayê sala 2015’an jî piştî destpêkirina Pêngava Şoreşgerî vesazbûna min li Çarçella çêbû. Çûyîna min a Çarçella ji min re weke xeyalekê bû. Rêyek dirêj li pêşiya me hebû, lê ev ji me re ne xem bû. Ji bo me ya girîng bi lez û bez xwe gihandina wê derê bû. Ji ber bi hestê tolhildanê emê derketiban pêşberî dijmin. Ji bo min jî xwedî wateyek pir cûda bû. Rûxmê nûbûna min ez çûbûm ber dijmin û min qereqolên dijmin keşif kiribû. Lê cara yek bû ku minê li hemberî dijmin şer kiriba. Ev hestekê ku mirov nikare pênase bike ye. Di meşa xwe ya çend rojan ajot de, fikrê min li ser tolhildanê bû. Ji ber ku ev tolhildan, dê bibûya tolhildana gelek tiştan. Di rêwitiya me de em biçûna ser kîjan kaniyê teqez ji bo av vexwarinê îskanekê li ser kanî hebû. Min di dilê xwe de derbas dikir û digot ‘gelo heya niha çend kes ji vê kaniyê av vexwarine?’. Bi rastî jî ‘gelo çend rêheval di meşa dirêj a azadiyê de ji vê kaniyê av vexwaribû?’.
Di meşa me ya dirêj de, bê guman her tiştê ku min didît bala min dikşand û min ber bi fikrandinên kûr ve dibir. Ji lewra jî, Çarçella ya ku her tim ji min re weke xeyalekê bû herî zêde dibû mêvanê fikrên min. Em weke hemu rêhevalên ku derketin rê, ji ber kêfxweşiya xwe ya rêwitiya Çarçella di her navbera bêhndayînê de bi stranên xwe hêz dida hev û ev stran dibûn sedem ku em hîn bêhtir gavên xwe bi lez bikin da ku hîn bêhtir zûtir bigehin. Bê guman hevalên ku weke rêzan bi me re bûn, di her aliyê de alîkariya me dikirin. Piştî ku me gûndê Satê derbas kir, êdî li hemberî me hilkişandinek pir dirêj û zehmet disekinî. Ev hilkişandin dê bibûya hilkişandina me ya dawiyê. Lewra jî kelecana me ya derbaskirina vê hilkişandinê û gehiştina lûtkeyên Çarçella her ku diçû mezintir dibû. Piştî ku me dest bi meşê kir, êdî roj hêdî hêdi cihê xwe ji tava hêyvê re dihişt. Lê tava heyvê wisa li pêşberî me disekinî ku, min dilê xwe de derbas dikir û digot ‘ez destê xwe bavêjim wê ew jî ji destên min digre’.
Min di wê meşê de û ji fikrandinên xwe fêm dikir gotina hevalekê ku hîn dema ez nû hatibûm çiya ji min re gotibû. Ew heval digot ku ‘gerîla romantîk e’. Ji ber ku gerîla ne tenê rêhevalê hevalên xwe ye, rêhevalên stêrkan, rêhevalê/a tava hêyvê, ya/ê tavê ango rêhevala/ê tevahî xwezayê ye. Lewra di her meşa xwe de, di her kêliyê xwe de tu caran ne bi tenê ye. Tevahî bedewiyên xwezayê li derdora wê weke rêhevalên wê ne. Lê min di wê meşê de fêmkir ku gerîla bi qasî romantîkbûna xwe, li hemberî her westandinê jî bi ken e. Min behsa derketina me ji gûndê Satê kir. Li pêşberî me hilkişandinek dirêj disekinî. Lê li gor hevalên me yên rêzan tenê rêya 10 deqe bû. Hele behsa deriyê hirçê dikirin ku di her pêşdeçûna me de rêzan digot ‘vayê em gehiştin deriyê hirçê’. Em dimeşiyan û dema em digehiştin cihê ku rêzan behs dike me mêyze dikir lûtkeyekê hîn bilindtir li pêşberî me ye û dûbare rêzan digot ‘vayê deriyê hirçê li wê derê ye’. Rêya me ya nêzî 10 seatan bi van gotinan berdewam kir. Di dawiya meşê de êdî em ji pirsên xwe bezar bûbûn û rêzan jî ji ber xapandina me bezar bûbû. Ji lewra her kes bêdeng li gor qûralên gerîlatiyê di bin tava hêyvê de dimeşiyan. Lingê me êdî fêrî çûyînê bûbû, dikaribû bi rojan jî wisa meşa xwe berdewam bike.
Di dawiyê de em gehiştin ser lûtkeyên Çarçella. Çiya, tava hêyv, rêheval û di meha Hezîranê de bayekê ewqas qewîm ê Çarçella… Bedewiyek wisa li pêşberî me bû ku bi rastî mirov lâl dibû. Pêyv nikare wan bedewiyan bîne ser ziman. Ya rastî diviyabû em zûtirîn biçin cihê xwe û li derve nemînin. Lê ji ber ewqas westandina me û rûxmê ewqas westandinê jî kelecana ku me dijî, rêhevalê me yê rêzan ditibû ku xwest tiştek nîşanî me bide. Ji ber ku hevala herî nû ya li tabûrê me ez bûm, destpêkê ez pê re çûm. Em çûn ser serê lûtkeyê. Rêzan ji min re got ‘hêdîka serê xwe rake û mêyze bike’. Dema min serê xwe rakir li pêşberî xwe gundê heyî dît û pirs kir ‘ev kîjan gûnd e?’. Di kêliyê de kenek hevalê rêzan girt û got ‘Ev der ne gûnd e, yê li pêşberî me disekine Gever e’. Em ewqas nêzbûn, ewqas zelal xuya dikir. Gever a ku bi berxwedaniyên xwe her tim bala min dikşand, îro li pêşberî min disekinî û li ser lûtkeyên Çarçella min li Geverê temaşe dikir.