NAVENDA NÛÇEYAN –
Em ê niha waneya dîroka tevgera jina azad bibînin; ango li Kurdistan û di PKK’ê de tevgera jin. Berî em derbasî vê waneyê bibin, divê em hinekê behsa giringiya dîrokê bikin. Mêzekirina me ya dîrokê çi ye? Dibe ku di waneyên din de jî hevalan ew mijar dîtibe. Em ê bi taybetî mijarên weke ji bo jinê wateya
dîrokê çi ye û em weke jin çima girîngî didin dîrokê, vekin. Divê em vê bizanibin. Di mijara zayendperestiya civakî de jî derket holê ku jin bê dîrok maye. Bi taybetî dîroka nivîskî ya jinê qet nîne. Bi taybetî berî pênc hezar sal û vir ve, tiştên ku jinê derxistine holê êdî bi dîrok nebûne. Berî wê jî jixwe dîrok nehatiye nivîsandin. Dibe ku li ser tablet û hwd arkelog îro hinek tiştan derdixin holê, lê weke nivîskî tiştekî pir zêde tune.
Di encamê de ew derdikeve; divê ew dîroka ku nehatiye nivîsandin, em ji nû ve binivisînin. Dibe ku mirov bibêjin, ew angaşteke pir mezin e. Lê tevgera me, tevgereke ji nû ve avakirina civakê û pergaleke
nû daye pêşiya xwe ye; li ser vê angaştê têkoşîn dike û gav bi gav dimeşe, serkeftinekê derdixe holê. Li ser van serkeftinan jî bûye xwedî vîn û bawerî. Angaşta xwe jî ji vê bawerî û hêzê digire. Wisa bê bingeh û bê
çavkanî nagire dest. Ji bo wê jî xwedî angaşteke wisa ye ku dîroka pênc hezar sal ku hatiye nivisîn berovajî bike û rastiya vê dîrokê derxe holê. Ya herî girîng jî, di pêşengtiya tevgera jin û jineolojî de, dê ew dîroka ku berovajî hatiye nivisîn sererast bike û ji nû ve binivsîne. Cewher û rastiya wê çi ye? Dê wî dayne holê. Weke tevger Serokatî ew însiyatîf ji serî ve daye me. Ji destpêka avakirina PKK ve, mêzîkirin û têkoşîni Serokatî li ser vê esasê ye. Yanî êdî ji bo civakan nêrîna li dîrokê girîng dibe. Li gorî kîjan civak
û kîjan mêzekirinê bê nivîsandin, ew dê ji bo pêşerojê bibe eynik ayna. Dibe eynika wê kom û civakê. Ya rast, zêhniyeta zayendperestî jî ew yek baş zaniye ku pênc hezar sal in vê şêwazê bi kar tîne. Hem dîrokê
berovajî dike û ji cewhera wê derdixe, hem jî li gorî zêhniyeta xwe dinivisîne. Ji ber vê yekê jî, divê di serî de mirov di vir de nêrîna xwe bide guhertin. Da ku ew zêhniyet jî bê guhertin. Vê zêhniyetê ew dîroka heye û em dixwînin nivîsandiye. Ji bo ku em vê zêhniyetê fêm bikin, divê em bizanibin ku ew tiştên ku di vê dîrokê de hatine nivisîn jî ne rast in.
Di mijara jinê de tiştên ku hatine nivîsandin, bûne wêje û ketine pirtûkên pîroz yên olî jî; hemû li ser kolekirina jinê hatine nivîsandin. Ji bo vê jî dîroka jinê, cewher û rengê jinê, ji avakirina civakê û heya roja me ya îro, girtina dest girîng e. Em vê pir girîng dibînin. Ger em vê dernexin holê û berfireh nekin; dê pêneseya dîrokê jî ji bo me nîvçe bimîne. An jî em ê nikarin xwe ji bandora dîroka nivîskî ya heyî xilas
bikin. Weke tevgera giştî û tevgera jinê jî em nikarin li wê dîkoka nivîskî jî xwedî derkevin. Em nikarin bibêjin ew dîrok, dîroka giştî ya mirovahî û gerdûnî ye. Em nikarin wisa pênase bikin û lê xwedî derkevin. Ji aliyê nêrîna li dîrokê ve jî em cudabûna xwe wisa datînin holê. Em dibêjin ew
dîrok rast nehatiye nivisîn. Dîroka şaristaniyê li ser esasê zêhniyeta mêr ya deshilatdar hatiye
nivîsandin. Zêhniyeta mêr ya deshilatdariyê jî, di nava ew dîroka şaristaniyê ya giştî de, ji bo berjewendiyên xwe jin çiqes kar aniye, ew qes cih daye jinê. Ger di hinek cihan de xizmetî deshilatdiriyê kiribe û li gorî berjewendiyê mêr tevgeriya be, cih dayê. Em jî vê nikarin weke diroka jin bigirin dest. Her çiqes jinê di hinek merheleyan de cih girtibe û rol lîstibe jî; lê xizmetî kîjan zêhniyetê kiribe, divê em vê jî lêpirsîn bikin. Ger em wisa nekin, dê em ê rasterast li dîrokê binêrin. Em nikarin cuda
lê binêrin û em ê bibêjin, em nikarin biguherînin. Serokatî di vir de cudabûna xwe daniye holê. Dîroka heyî qebûl nekir, nêrîneke cuda danî holê. Weke dîroknas gelek kesan tehlîl kirine û li ser van tehlîlan weke dîroknas derketine holê. Serokatî li gorî tehlîlên van dîroknasan li dîrokê nanêre. Serokatî bi nêrîneke nû dîrokê şîrove dike. Dibêje “dîrok, şîrove ye.” Di paraznamayan de jî, dîrokê ji nû ve
şîrove dike û rastiya wê datîne holê.Îcar mêzekirin û şêwazên dîrokê hene. Ya yekê, nêrîna pêşve çûna
rastekî (düz ilerlemeci). Wisa bi nêrîn û dahûrandineke cuda mêzekirin tune ye di vê şêwazê de. Şêwaza niha li cîhanê hakîm jî ev e. Şêwazeke din ku derketiye holê jî; şêwaza vegotin (söylence), ango mîtolojî ye. Ew şêwaz di zanista dîrokê de weke nêrîneke rast nehatiye dîtin û nehatiye pejirandin, lê heya roja me her xwe berdewam kiriye jî. Bi şêwaza pêşve çûna rastekî (düz ilerlemeci) li civakê mêzekirin, xwe hakîm kiriye, ew şêwaza duyemîn pir zêde bi wate nebûye. Wisa bi vegotin û devkî ragihandina nifşên nû heya roja me îro hatiye, lê pir giştî nebûye. Di realîteya heyî de ew şêwaz pir realîst nehatiye dîtin. Hin tiştên rast jî derxistine holê. Lê ji aliyê nêrîna pozîtîvîst ve, ew şêwaz bê wate bûye. Mêzekirina seyemîn ya Serokatî ye. Serokatî nêrîna xwe ya dîrokê cuda digire dest, ew jî nêrîna seyemîn e. Serokatî dîrokê zindî digire dest, nêrîna dîrokê de parçebûnê esas nagire. Nabêje ew şêwaz rast e û bila her tişt li ser vê yekê bimeşe. Ya herî girîng jî Serokatî, dîrokê malî civakê dike. Bi nêrîna civakê dîroka rast derdixe holê. Teqez hevalan jî dîqat kiriye, Serokatî dîroka tevgera me bi avabûnê ve nade despêkirin. Heya destpêkirina civakan, heta heya beriya wê dibe. Bi avabûna gerdûn û cîhanê ve digire dest. Ji vir heya roja me tevgera me xwe li ser kîjan xetê datîne û bingeha xwe digihîne ku, wê diyar dike.