STENBOL – Zulfu Bîngol ku ku 5 sal in doza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike ev tişt got: “Dema ku Rêberê me azad bibe, wê gelê kurd jî azad bibe. Wê pêşeroja me azad bibe. Em ji vê bawerin.”
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, 23 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin. Destûr nayê dayîn ku parêzer û malbata Rêber Apo pêre hevdîtin bikin. Ruxmî hemû hewldanan jî ji salekê zêdetir e agahî ji Rêberê Gelan nayê girtin. Ew rewş dibe sedem ku fikarên derbarê Îmraliyê de zêdetir bibin. Li dijî vê rewşê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di asta neteweyî û navneteweyî de kampanya tên meşandin. Heta niha ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek çalakî hatine lidarxistin.
KE, PE Û DMME
Yek ji van çalakiyan jî çalakiya “Nobeta Azadiyê” ya ji 25’ê hezîrana 2012’an ve li bajarê Strastbûrgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî yê Rêber Apo tê girtine. 10 salin çalakî bênavber her roj tê lidarxistin. Hedefa bingehîn a çalakiyê pêkanîna azadiya Rêberê Gelan e. Nobet li ber Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tê girtin. Ji ber ku berpirsyariya van saziyan a ji bo azadiya Rêber Apo bi bîr dixe û dixwaze ku bikevin tevgerê lidarxistina çalakiyê ya li vir girîng e.
“FIKRÊN RÊBERÊ GELAN HER KU DIÇE HÎN ZÊDETIR BELAV DIBE”
Çalakger, bi çalakiyê re belavokên ku fikir û nêrînên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di wir de hatine nivîsandin li mirovan belav dikin. Çalakiya ku berbelavkirina nêrinên Rêber Apo hedef dike, fikir û azadiya Rêber Apo jî dike rojeva raya giştî ya cîhanê.
‘HEKE RÊBER APO AZAD BIBE WÊ PEŞEROJA ME JÎ AZAD BIBE’
Zulfu Bîngol ku di koordînasyona çalakiyê de cih digire, 5 salin bênavber tevlî çalakiyê dibe. Zulfu Bîngol, qala girîngiya azadiya Rêberê Gelan kir û wiha got: “Ji bo azadiya Rêberê xwe 10 salin bênavber em li vir nobet digirin. Lewre em dizanin dema ku Rêberê me azad bibe wê gelê kurd jî azad bibe. Pêşeroja me jî azad bibe. Em ji vê bawerin.” Bi nobeta ku digirin re belavokên ku fikrên Rêberê Gelan tê de belav dikin. Em fikrên Rêberê xwe belav dikin. Ne tenê kurdên li Ewropayê tevlî çalakiyê dibin, Ji welat û baweriyên cuda jî kes tevlî nobetê dibin. Di vê wateyê de di heman demê de çalakî veguheriye çalakiyeke entarnasyonal. Ji beşên cuda herkes azadiya Rêberê me dixwaze.”
‘DIVÊ HERKES DENG DERBIXE’
“Zulfu Bîngol, xwest ku civaka kurd ji bo azadiya Rêber Apo bixebite û ev tişt got: “Em dagirkirina li Kurdsitanê ji nêz ve dişopînin. Êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê berdewama pêkanînên li Îmraliyê ne. Her kurdê xwedî rûmet divê li dijî vê êrişa dagirkirinê deng derbixe. Bila ji bîr nekin ku bêdengê mirov dibe xefletê û xeflet jî mirov dibe xiyanetê. Bi têkoşîna ku gel bide wê Rêberê me azad bibe. Em ji gel bawer dikin. Em ji dewletê ne li benda tiştekî ne. Lê em ji gelê xwe bi hêvî ne. Ji bo azadiya Rêberê me divê herkes bikeve hewldanê. Hedefa me azadiya Rêberê me ye, pêkanîna aştiyê û azadiya gelê kurd e.”