NAVENDA NÛÇEYAN – Duh roja sêşemê artêşa Îraqê ragihandin ku careke din ji bo serdestkirina navçeyên Şengalê û cihên ku hêzên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) lê dimînin, xwe ji bo êrîşekî nû amade dikin.
Di heman demê de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bi rêya telefonê bi serokê giştî yê PDK’ê re Mesûd Barzanî, ya ku dijminatiya kurdan dike re axivî û ji bo êrîşên ser Şengalê planên nû derxistine.
Mesûd Barzanî yê ku Partiya Karkerên Kurdistanê bi navê terorîst bi nav dike, dibêje “Emê gelê xwe ji wan biparêzin û ji bo Şengal ji hêzên terorîst xilas bibe, çi ji destê me bê emê bikin.” Her wiha ji aliyê PDK’ê ve daxuniyek derbarê Şengalê de hat dayîn tê de dibêjin “Di dema êrîşa terorîstên DAIŞê ya bi ser Şingalê de hemû ew hêz û aliyên muzayedat dikin bi YNK û PKK û hikûmeta Iraqê ve jî li Şingalê bûn, ji wan tu kesî berevaniya Şingalê nekir û tenê PDKê berevaniyê kir û xwîn da.”
Ev dide diyar kirin ji aliyê PDK’ê ve planên ku ji bo Şengal tên amade kirin, planên dagirkeriyê û radestkirina Şengalê ji bo hêzên dagirker û faşîste. PDK’ê yê ku bi aqil û zimanê Tirkiyê li Kurdistanê tevdigire, xwe ji bo dijminatiyeke kûr ya li dijî kurdan amade kiriye.