NAVENDA NÛÇEYAN – Karesata qetil û birîndarkirina kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê ya ji aliyê hêzên Îranê mîna bê navber didome.
Kolbernewsê li ser bîlançoya êrişên li dijî kolberan ên meha Nîsanê eşkere kir.
Li gorî vê yekê, li herêma Kirmaşanê 2 kolber hatin kuştin, 52 kolber jî birîndar bûn.
Li Ûrmiyê jî 2 kolber hatin qetilkirin, kolberek jî birîndar bû.
Hate ragihandin ku li Sine jî kolberek birîndar bûye.