NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 17’ê Nîsana 2022’an heya niha êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ve bê navber li ser Herêmên Parastina Medya dewam dikin. Di heman demê de li hemberî van hemû êrîşan gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bê navber derbên giran li wan dixin û bi berxwedana xwe dîrokekî nû dinivîsin.
Dîrokek ji komkojî û xwînê tijî
Ji avabûna dewleta Tirk heya niha bêyî ku kesî li pêş çavên xwe bibîne komkujî bi serê gelan de pêk tîne ,
di roja îro de jî dîsa dîroka komkojiyan dubare dike. Di 17 Nîsana 2022 ‘an de Erdogan û Xulamên xwe yên ji nislê xayîn pelê xwe yê dawiyê lîstin. Tevgera xwe ya dagirkeriyê li Avaşîn ,Metîna ,û Zapê bi pêş xist.
Piştî ku li Heftenîn û Garê bi bin ket,bi rûreşî paşda kişiya, dema ku gerîla ew têk birin vê carê hartir bûn.
Lê lehengên çiyayên kurdistanê gerîla rê nedan dagirker û xiyanetkaran ku axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin.
Bîlançoya şerê Ji 17 Nîsana 2022 heya 4 Gulanê
- 373 leşkerên dagirker hatine kuştin
- 86 leşker birîndarin
- 7 balafirên bê mirov hatine derbe kirin
- 20 helîkopter hatine derbe kirin
- 7 mewzî hatine îmha kirin
- 2 mubessa hatine îmha kirin
- 2 cîhaz guhdarkirinê hatine îmha kirin
- çekek BKC hatiye îmha kirin