AMED – Çi dike ku bajarek hêja be ? Bêhna çiyayane, ku bajarekî Kurdistanê dike bajar. Ya ku Kurdistanê bêyî wê dike Kuridstan jêneger û bêxwedî ye, ew kesin ku li çiyayên wê digerin. Ew çiya ye, Sûr e, ku Amedê dike Amed. Berxwedana Sûrê ku ji bo her devera Kurdistanê temsîliyeta jin û ciwnanên leheng ên li Amedê dike, cihê ciwan û jinan e ku bi destan, stran, romanên hatiye nivîsandin dike.
Sûr, şerefe, rûmete, doze…
Hinek pêvajoya Berxwedana Sûrê weke têkçûnê dinirxînin. Lê belê li Sûrê destanek hat nivîsandin û tevgera azadiyê tu carî dest ji dayîna berdêlan berneda ji ber ku li dijî her dagiker û her faşîstî li berxwe da, bi rihê fedakar jiyan kirin. Dev ji dayîna canê xwe ji bo welatê xwe bernedidan, gelek kes di temenên ciwan de ji bo welatê xwe berdêl dane û ji bo wê jî qet guman jiyan nekirine. Ya ku Kurdistanê jî ji welatên din cuda dike û bi nirx dike jî eve. Li Kurdistanê ciwanên welatparêz bi evîna welatê xwe jiyan dikirin û jiyan dikin.
Piştî berxwedana Sûrê, dewleta Tirk a dagirker hewl da planên xwe yên ji bo Sûrê ji roja yekê heta ‘ji nû ve avakirinê’ li gelek herêman bi cih bike, erê dikarîbûn kevir û betonê weke cihekî biguherînin, lê tiştek hebû ku ji bîr kiribûn, eger tu gulekê bibire wê careke din xwe berde erdê. Sûr weke evînekê bû ku bi du keviran nikarê birîn bibe, ji ber ku evîn û hezkirina kurdan ya ji bo Sûrê vê yekê misoger dike. Her berxwedan xwedî berdêl û destketiyek e, dîroka Sûrê Kurdistan e, bûye destanek. Her gotinek bi tîpên zêrîn li ser vê axê tê neqşkirin. Yên ku hêvî ji destê xwe berdabûn ji xwe mirin bûn, lê hêviya ku hê jî li Sûrê dijî, hê jî di dilê jinên ciwan, ciwan, dayîk û zarokan de geş e.
Ew şehîdên me bûn dema ku li Sûrê di bin şertên herî dijwar de li berxwedan, tu carî ji xwe re teslîmiyet û paşve kirşandin qebûl nekirin. Ya ku heya niha jî hêştî Sûr ser lingan bisekine ew hêz û îradeya şehîd û şervanên wê demê ye. Ji ber ku Sûr bû xwedî dîrok, hişmendî, bawerî û hêviyeke ku di nava erdên rizyayî de jî kulîlkên rengîn derbixe. Sûr ji bo tevahiya Kurdistanê bi xwe re hêviyekî nû anî. Hêviya me bi dawî nebûye, şerê me bi dawî nebûye, baweriya me bi dawî nebûye.
Weke Fermandarê Serketinê Evîndara Hêviyê Çiyager Hêvî got; “Çi dibe bila bibe, ewê dawî bi heybet be”