TOÛLOÛS – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Toûloûse yên Fransayê li dijî îxanet û dagirkeriyê ve meşiyan.
Ciwanên ku tevlî meşê bûne, bi drûşmeya “Em Kurdistanê biparêzin, dagirkeriyê têkbibin” daketin qadan. tevahî ciwanan alên PKK û YBŞ’ê ve, di heman demê de soretên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî rakirin.
Ciwanan di vê meşê de helwestên xwe yên li hember dagirkeran û ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla û gelê Şengalê ve bi peyamekê dan diyar kirin. Ciwan di peyama xwe de wiha gotin; “Çawa ku gerîla êrîşên dagirkeriyê li çiyan pûç kiriye, em jî li bajaran bi berxwedana xwe dagirkeriyê têk bibin.”
Di heman demê de ciwanan dan diyarkirin ku sedema bikaranîna çekên kîmyawî li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê tê wateya bêçaretiya dewleta Tirk û hevkarên wê ve. Berxwedana gerîla dîrokeke ku tu carî nehatî nivîsandin dinivîsînin.