NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Emran Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Rêber Apo, yekemîn car karîbû di 27’ê Nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Rêberê gelan de zêde bibûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû diyarkirin ku ev telefon Rêber Apo fêm kiribû çiye ji bo vê qebûl nekiriye û telefon jî di nîv de hêştin nehêştin ku Mehmet Ocalan dewam bike.