QAMIŞLO – Bi sedhezaran kurdistanî li Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîla emê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” meşiyan. Piştî meşê Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û got: “Êdî bese xwînê kurdan bi destê îxanetê birêje. Roj roja yekbûnê ye û roj roja vîna neteweyî ye. Eger Amed bikeve wê Qamişlo, Hewlêr û Mihabat jî bikeve. Em herkesî dawetî berpirsiyarî dikin.”
Dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de êrişî bir ser qadên Herêma Parastina Medya. Heta niha jî êrîşên dagirkeriyê bê navber dewam dikin. Li hemberî vê jî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di heman demê de xwedî derketina gelê kurd û dostên wê ve li gerîla, hem li welat û hem jî li derveyî welat zêde bûye. Gelê Kurd û Kurdistanî jî bi berxwedana xwe li bajaran ji bo têkbirina dagirkeran bê navber li kolananin.
Di heman demê de îro jî tevajî gelê Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê meşa bi navê “li dijî dagikerî û îxanetê, meşa rûmetê” li darxistin. Bi kombûnîna hezaran kesan ji herêmên Cizîrê li bajarê Qamişlo meşê destpêkir. Meşa ku ji
Gelê Kurd li Kurdistan û derveyî welat gelek çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Gelê Herêma Cizîrê li bajarê çerxerêya Osman Sebrî dest pê kirî li ber statyûma 12’ê Adarê veguherî bû mêtîng.
Gelên ku tevlî meşê bûne peyamên xwe yên vê pêvajoyê dan û dan diyarkirin ku armanca wan ya yekemîn azadiya fîzîkî ya Rêberê gelan Abdullah Ocalan e, û gotin; “Heya ku Rêberê me azad nebe, em dev ji van kolanan bernadin û ji kêleka gerîlayan jî dûr naçin.”
Herî dawî meş bi siloganê “Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana gerîla, An azadî An azadî û bimire îxanet” ve bi dawî bû.