ENQERE – Polîsên ku Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji saetên danê sibê ve dorpêç kirine êrişî endamên partiyê kirin. Polîsên ku êrişî endamên partiyê yên bertek nîşanî sekinandina wan dan, ji nêz ve gaza îsotê avêt û gelek kes destgîr kirin.
Li ser vê yekê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ji polîsan re wiha got: “Hûn avahiya me dagir dikin, hûn asteng dikin ku partiyeke siyasî bixebite.” Polîsan jî li ser gotina Gunay ji parlamenteran re gaza îsotê avêt û wiha got: “Dagirkerî wisa nabe bi vî şiklî dibe.”
Polîsan ji endamên partiyê dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” û “Polîsê kujer ji partiya bicehnime” berz kirin re gaza îsotê avêtin, gef lê kirin û heqaret kirin.
Endamê Desteya Rêveber a Navendî Velî Saçilik, Rêveberê HDP’a Enqereyê Huseyîn Gokoglû, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Alî Ozkan û rêveberê HDP’a Yenîmahalleyê Nazim Karakûrt jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.