NAVENDA NÛÇEYAN –
Di Konferansa yekem a PKK ku di sala 1981’de pêk hat, meha Gulanê wekî meha Şehîdan, 18 ê Gulanê ji roja Şehîdan îlan kir. Sedema vê yekê jî kadroyên pêşeng ên tevgera Azadiya Kurd Hakî KARER û Halîl ÇAVGUN di vê rojê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber ku Rêberên Şoreşa Ciwanên Tirkiye Deniz Gezmîş, Hüseyin înan, Yusuf Aslan û İbrahim Kaypakaya di meha Gulanê de şehîd ketibûn, ji bo vê ev meh weke meha şehîdan hate îlan kirin. Ji wê rojê û şûn de meha gulanê bû sembola girêdanbûyîna bi kesên ku di têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dan e.
Hakî Karer
Hakî Karer di sala 1950 de li Ulubey a Ordu yê hate dinê. Dibistana Seretayî,Navîn û Lîseyê li Orduyê xwend.Di Fakûlteya Enqerê ya Fen ê de dest bi Zanîngehê kir.Hakî Karer ji tevgera Şoreşger a Ciwanan ku pişti sala 1970 pêş ket bi bandor bu û di demeke kin de fikre Şoreşgerî pejirand.Di heman pêvajoyê de Kemal Pir û Serok Apo nas kir. Di sala 1973 de li ADYÖD’ê di asta organîzekirinê de bû berpirsyar. Di civîna Dikmen a sala 1976 de bi qebul kirina biryara vegerê a welat pêşî çû Batman û ji wir jî derbasî Dîlokê bu. Li Dîlok ê pratîkek serkeftî meşand.Bi xistina dewrê a rêxistina Kontra “Sterka Sor” ku di bin kontrola MİT ê de hatibû avakirin Haki Karer li Dîlokê ji bo ku bi Kontra Alaattin Kapan re nîqaş bike hate dawet kirin. Hevdîtin di 18 ê Gulanê li Dîlokê di qehwexaneyekê de pêk hat..Di encama amadekariyên kemîneke qirêj di 18 e Gulanê sala 1977 de Haki Karer Şehit Ket. Di 18 ê Gulanê 1977′ de Haki KARER ku wekî lehengê ked û Şoreşgerê Enternasyonalist tê bi bîranîn ji aliye rêxistina bi navê Stêrka Sor ku bi hêzên sîxuriyê di nav hevkariyê de bû hate şehit xistin.Rêbere Koma Komelên Kurdistan ji bo Haki Karer di wê demê de ev nîrxandinan dike: “Piştî ku pêwîstiyên şoreşa Kurdistan fêm kir di pola dawî ya zanîngehê de nivînên xwe li pişta xwe kir û bê fikar berê xwe da welatê me ku ew qet nas nedikir.Ew rojên ku penç qiruş pereyên wî tine bin jî himaltiyê dikir kêm nebun.ên ku wî ji nêz ve nasdikirin ti carî ji bîr nakin ku kincên qetiyayî ew li xwe dikir û bi danekê tenê ew jî taştêyekê dijî. Ji bo derbaskirina tevahî neyêniyan ji derdora xwe dibo çavkaniya morale.Kesên ku li gel wî bun ferq nedikirin ku dem çawa derbas dibe. Her tim dixwastin ku bi wî re jiyan bikin.” Serokatiya me got; “Me ji kûr ve hejand,me biryara partîbuyîne da ” ,ev bûyer pêvajoya buyîna paritiye ya tekoşîna me bû. Xelekên bingehîn ên wisa hene. Li navenda wê ku şehadeta Heval Haki cîh digre,hijmara wan bi deh hezarane ifade tê kirin,rastiyeke şehid çi ifade dike? di rewşeke herî neyini de,di rewşeke ku zexta tûnekirina neteweyê bi her awayî li ser Gel metîngehî heye,li vir têgîhiştina ramanê û derxistina wê ya hole,ji bo vê yeke lêgerîneke bi rê û rêbazê ji bo rizgariyê,ramana wê,derxistina hole ya vê îdeolojiyê,ji bo jiyankirina ideolojiye bi biryar be,şoreşkerê ku têkoşîna afirandina partiyê ifade dike.Li Kurdistanê ev di tevahiya sala ’70 de çê bu. Di vê şertên herî neyênîde çalakiya komek pêşeng li rastiyê ger û ditin,ravekirina rastiya Kurd û Kurdistan,wê ji rewşa herî paşketî û bê rûmetiye derxîne û di aliye rizgarkirina wê de xistina pratîkê ya xeta ideolojik-polîtik e. Xebaeteke wisa jî li Kurdistane bi zorê çê bu.Cesaret,Fedekarî û zindîbuyinêke mezin dixwest.Bi xwîn be jî,girtina li ber çav ya şehid bunê ev yek çê bu.Ji ber vê yeke Parti mecbur ma kû şîddetê pêk bine,şer bike.
HALÎL ÇAVGUN
Endamê Komîta Navendî ya PKKê Xelîl Çavgun di 19’ê gulana 1978an de li Hîlvanê hat şehîdkirin. Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê bi li dibistanên ku mirov bi şev û roj lê dimînin, qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û jiber sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71an de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya Neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja ku hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemû Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate qebûlkirin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di yekemîn salvgera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi polês re destpêkir, şehîd ket.
MEHMET KARASUNGUR
Mehmet Karasungur ku endamê Komîteya Navendî yê PKKê bû, di sala 1983’yan de, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn ji aliyê hêzên YNK’ê ve hatin şehîd kirin.
Mehmet Karasungur di sala 1947’an de li navçeya Çew¬lik Ki¬xiyê li gundê Darabiyê jidayik¬bû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çew¬likê qedand. Beşê matematîkê ya Înstîtuya Perwerdeya Erziromê qe¬dand. Di sala 1972’an de dema ku li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sûrgûnî Cola¬mer¬gê têkirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975’an de tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya TÖB-DER şaxê Çewlikê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cîh digire. Kara¬sungur di dema wezîfeya xwe ya li Çewlikê Mehmet Xeyrî Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976’an de lê têgirtin, jiber ku li mûdûrê Emniyetê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê. Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978’an de li Çewlikê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Karasungur, wekî rêxistinvanê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê di Têkoşîna Azadiya Kurd de dewsên kûr dihêle û di sala 1980’an de derbasî herêma Lûbnanê dibe. Di sala 1982’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina Yekîtiya Neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2’yê gulana sala 1983’an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dikeve.
FERHAT KURTAY
Di sala 1949’an de li gundê Xursê yê ser bi Qosere li malbateke xîzan hate dinê. Dibistana sereta, navîn û lîseyê li Qoserê û Mêrdînê berdewam kir. Li Trabzonê beşa Mîmartiya faqûlteya Mûhendîsiyê qedand. Di vê navbêrê de zewicî û demekê wezîfeya mûhendisiyê kir. Di salên dibistanê de nêrînên şoreşgerî nas kir. Ji tevgerên Şoreşger ên Tirkiye û Cîhanê bi tesîr bû. Piştî sala 1978’an de bi rêya têkîliyên fermî bi awayekî aktîf beşdarî partiyê bû. Di rêxistinkirina herêma Mêrdînê de, di avakirina komîteyên amadekar de rasterast wezîfe wergirt. Wekî din organên weşanên fermî li vê herêmê belav dikir û bi cîh dikir. Roja 23’yê Mijara 1979’an de tevî M. Xeyrî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lê diman hatin girtin. Şeva ku 17 gulanê bi 18 gulanê ve girê dide, li qoxûşa 33’an xwe şewitandin û gîhîştin şahadetê.
MAHMUT ZENGÎN
Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978’an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê ” Sülaymaniyan” hezkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCIyan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her wiha di nava xebatên wekî xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh girt. Piştre li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregê li hemberî çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di bin fermandariya kadroyê PKKê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7 Tîrmeha sala 1979’an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇARan a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da.
EŞREF ANYIK
Di sala 1960’an de wekî zarokê malbateke xîzan li gundekî Wîranşehîrê jidayikbû. Ji ber xîzaniyê encex dibistana seratayî karî bixwîne. Hê di temenên xwe yê biçûk de ji bo debara malbatê ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê karên emeletî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eşref Anyık, bi bandora pêşkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi bandora têkoşîna Hîlwanê di nava refên PKK’ê de cîh girt. Di nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal de cîh girt û êdî hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoşîna Hîlwanê de dema ku di nava şerekî li dijî hêzên leşkerî yên dewletê de bû, hate zeftkirin. Li hemberî hemû kirinên xiyanetê ku yek ji generalên Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li zîndana Amedê şeva 18 gulanê di çalakiya ÇAR’an de cîhê xwe girt.
NECMİ ÖNER
Li Çermûkê wekî zarokê malbatek dewlemend hate dine.Dibistana Seretayî,Navîn û Lîsê li Çermûkê qedand. Hê di pêvajoya dibistanê de ji fikrên nû re vekirî û xwedî yetenekê nîqaş,lêpirsîn û fêmkirinê bu.Her çiqas sempatîzanê DDKD ê jî be ji xebatên heval Ehmed Kurdu u Hûsên Durmuş bi tesîr bû,PKK naskir û di demeke kurt de li Çermûkê xebat meşand.Di nava Ciwanan de bi xebata xwe ya serkeftî di girsebûyîna tekoşînê de rol leyst.Berî bi demeke ku were girtin di komiteya heremîde bibu berpirsyarê ciwanan.Di encama bûyereke li dibistanê derket de sala 1979 de hate girtin.cîhê xwe yê di berxwedanan de parast. Li Zindana Leşkeri ya Amedê di qoxuşa 33 de di şeva ku 17 e Gulanê bi 18 ê Gulanê ve girê dida de di çalakiya Çaran de cîhê xwe yê bi rumet girt.
SÎNAN AMED
Şehit Sinan(Murat Demirhan) di meha Gulanê de ku tevlî tevgera me bû dijmin jî wekî gotina ‘Zarokê Zerîn’ bi îltîfat dikir, dema berpirsyarê Metînayê bû di encama erîşa Noker û îxanetkaran de şehîd ket.Şehit Sinan bi zekîbuna xwe û di afirandina taktikên leşkerîde xwedî nitelîka ku di rojên pêş de bibe dehayeke leşkerî bu.
Hê li Amedê bû dijmin bi gotina; “Çawa ew qas di demeke nêz de pêş ket?” matmayî mabû. Ango xwedî nîtelîka ku di hostayên Gerîla de hebun bu. Bi sekna xwe ya di jiyanê de Gerîlayê herî mutevazî û dilnizm bu. Her tim wisa dihat nasîn.Ger niha jiyan bikira bê guman wê bibuna fermandareke bê emsal û pêkerê paradigmaya Serokati ya Civaka Ekolojik-Demoktratik û Azadiya Cinsa.
OZAN ÖZSÖKMENLER
Dîsa di 16 ê Gulana 1997 an de di encama erîşa Noker-îxanetkeran ku di dîrokê de wekî qetlîma Hewlerê tê nasîn de di wesaîta ku hate siwarkirin de bi bombeya xwe çalakiya fedaî pêk anî û şehit ket.Heval Ozan Özsökmenler jî yek ji lehengên ku nayê ji bîr kirineBerxwedana wî bi strana Şehit Serhat ya ‘Hewler’kete dilan.Kişandina wî ya alîgirên Azadiyê yên Başûrê mezin hê di mejiyan de ye.
Bi şiklên din en Tekoşînê ve di vê em meha Gulanê di dîroka Gel de li gorî cihê xwe yê rastîn bi wate jiyan bikin û bidin jiyan kirin.Di vê tekoşîn bi vî şiklî berdewam bike, navber neye dayîn. Di vê em wê wekî kevneşopiyek pêş bixînin. Lehengiyên mezin ên şer çê bun. Lê bele zeiftiya me ya ku em lehengan fêm bikin û binirxînin heye.Di vê em vê yekê li gorî dîroka xwe bigûherînin. Pêwîste em bibin hêzeke ku xwedî li ked û nirxên xwe derkeve, di her şert û mercan de em wan jiyan bikin û bibin hêz.Hûrmeta ji bo xwe bi vê yeke ve dibe.Kesên bi vî şiklî bin yên derdor ji ji wan re hûrmetê nîşan dide. Xwedî derketin û temsîla nirxên tekoşîne ,jiyan kirina wan bi vî şiklî dibe. Ma rewşeke kû pêşiya vê tê û me gire dide heye?. Divê tinebe jî .Ma rêyeke din a berbiçav ku em xwe ifade bikin heye? Na tine ye.Wê deme divê em baş bizanibin. Em çine,ji kûdere hatin,çi ifade dikin,li ser kîjan nirxan dijîn,di rastiyê de çavkaniyên me yên hezê çiye, çi dersen me hene? Divê em hertim vana ji xwe pirs bikin,pêwîste em bersiveke rast û têr bidin. Lewma,cîdibuyîn,hûrmet û biryarbuna avakirina pêşerojê ji vir derbas dibe.Di rêza yakem de ev tê. Aliyê cûda yê mirovbuyînê;di nava nirxên xwe yên bingehîn de rêzek çêkirin ,heta mirine parastina nirxên ku me temsil dike ye. Di serê vana da rastiya şehadetê tê.Ev ji bo mirovahiyê,ji bo pêşxistina mirovahiyê,jiyanên xwe bê guman û bê bendewarî,bê berjewendî fedakirine. PKK rastiyeke bi vî şiklî, di pêvajoya hemdem de li Kurdistanê di nava Gelê Kurd de bi hezaran şiklê fedaîtiyê afirand. Wateyeke ideolojik-polîtik daye, wê wekî şiklê çalakiyê di jiyanê de afirand.Em di nava vê rastiyê de ne.
Ev rastî baş were fêm kirin,zanîn,ji bo piştî vê yeke gotin gotîn û jiyan kirin, pewîstiya temsîla vê yekê were bi cîh anîn.
Ji bo Gelan ev wisa ye;
Di Cihanê de ti Gel tineye kû li ser nirxên bingehîn pêş ne ketine. Gelên ku nirxên wisa ne afirandine di dîrokê de heliyane. Gelên ku di dîrokê de şop dihêlin,hebûnê derdixin hole û di nava pêşketinan de cîh digrin vê yekê bi çi dikin? Li gorî xweseriya xwe afirandina nirxan,derxistina jiyanê,ramanê buyîna bi xwe,hêz û bi îradeyê çê dikin. Ev raman , irade û hêzê îfade dikin Artêşa Şehîdan û rastiya Şehadetê ye.Gel vana baş dizanin,hebûna wan, di demên herî kritik de kû xwe bi jiyanê îfade kirine de hatiye ava kirin. Ji bo wê jî divê her tim ji nirxan re nêzîkatiyek bi hûrmet nîşan bidin.Wan her tim bilind dikin, bi girêdanbûyîneke mezin,bi jiyankirina rast û dayîna jiyanê temsil dikin. Ger ev ne be Gel jî nabe. Di wateya rast de mirov jî nabe.