NAVENDA NÛÇEYAN – 6’ê Gulana 1996’an de yek ji gavên komploya 15’ê Sibatê ye. Di heman demê de ev çalakî wiha nehate hêştin, li dijî wê rêheval zîlan bi çalakiya xwe bersiva vê planê da. Her çiqasî ev plan pêkanîna wê ji aliyê dewleta Tirk ve be, lê plana wê ya hêzên hegomanîk ên kapîtalîst e. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî îdeolojî û sîstema kapîtalîste û weke vebijêrka wê ye.Di 6’ê Gulana 1996’an de dema ku Rêber Apo li Şamê bû paytexta Sûriyê dima, li wê derê Rêber Apo xistin hedefa xwe de, kamyona bi gelek mayînan hatî amade kirin.
Tîma suîkastê ya dewleta Tirk ku li Şamê ji zû de amadekariya êrîşa bombeyî dikrin 6’ê Gulana 1996’an tevgeriyan. Ne bi tesadûfî ev roj hilbijartin. Lîderên tevgera şoreşa Tirkiyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan 6’ê Gulana 1972’an hatibû darvekirin. Li nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê ku Rêber Apo gelek caran diçûyê û ders dida, wesayita ku 1 ton C4 lê hatibû barkirin, saet 10:17’an hate teqandin. Bi sedema Konferansa Netewî ya 4’an beşekî girîng ê rêveberiya PKK’ê li akademiyê bû, dengê bombeya ku hatî teqandin ji her devera Şamê hate bihîstin, lê belê şanseke mezin bû ku wê demê Rêber Apo ne li wê derê bû, di heman demê de ziyan negihêşt tu kadroyan jî.
Êvara ku êrîşa bomeyî bûyî Rêber Apo bi MED TV re axivî û got, ”Em behsa aştî, biratiyê dikin, em dibêjin vî şerî biqedînin, bi bombeyan bersivê didin.” Ji ber ku bi rêya hin navbeyînakaran di navbeyîna rejîma Enqerê û Rêber Apo de peyam diçûn û dihatin. Di heman demê de Rêber Apo orgenîzekirina vê suîqastê û bandora wê ser PKK’ê wiha dinirxîne; “Şer ji hêzên ewlehiya navxwe wêdetir ji hêla hêzên Gladîo-JÎTEM-Hîzbûllah ve dihate rêvebirin. Ev hêzên bi rayeyên ji qanûn û makeqanûnê wêdetir hatibûn parastin xwedêgiravî şerê manûnemanê dikriin. ”Talokeya Kurd” ji talokeya Yewnan û Ermen gelekî mezintir bû. Bi rastî jî li ser vê mijarê paronaya çêbûbû. Li pey tesfiyeyek teqez de bû. Gelek komployên navnetewî rê ve birin. Tenê ji bo ku têkilî pirsa Kurd rapor dabû hazirkirin Sakip Sabaci kirin hedefa suîqastê. Ti rojnamevan neman ku nehatin deqkirin. Di encama komploya 6’ê Gulana 1996’an de ku li dijî min hate organîzekirin (Komploya ku Abdullah Çatli, Sedat Bucak û Şaredarê Wêranşarê Keleşabdîoglu bi hev re di nav de bûn) teqandina bombeyan hezar kîloyî yek ji nîşaneya vê bû. Her çendî hewldana suîqastê ya 6’ê Gulanê ne serkeftî jî bû, Çalakiya fedayî ya 30’ê Hezîranê li Dersimê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) ku talokeya mezin a vê êrîşê têgihiştî, sala 1996’an ku li navxwe xitimandina taktîk hebû û ji derve îmha dihate ferzkirin veguheranda sala ku pêşî li taktîkê vebûyî û rêya serkeftinê hê bêhtir zelal bûyî.”
Li hemberî suîqastê ku hat kirin, Şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı) di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedayî pêk anî û careke din nîşan da ku Rêber APO vîn, hêz û baweriya tevahî jin, ciwan û gelan e.