NAVENDA NÛÇEYAN – Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Ev partî nikarin xwe ji bûyîna amûrekî besît ê lîstokê rizgar bikin. Lê belê dema em li ser partiyên nû yên roja me radiwestin, yek ji sedema sereke ya îflaskirina van partiyên kevn divê mirov bi şerê li Kurdistanê ve girêde. Mînak li Kurdistanê PKK di şer de xwe dispêre çi? Hem xwe dispêre kedkaran, hem jî beşên berfireh ên welatparêz. Li ser vê bingehê tevgerek bi qasî berjewendiyên netewî, berjewendiyên civakî jî dibîne û dinirxîne ye. Ango di wateya rast de partîbûnê temsîl dike. Hem di asta xeta bîrdozîsiyasî de, hem jî di asta pratîk, rêxistinî û çalekiyê de di gel vê ser dixe, partîgîriya Tirk jî serûbin bû yan jî anî asteke ev partîgîrî nikaribe bixebite. Sedema wê vekiriye. Rûyê rast ê partîbûna Tirkî destxist holê, bi vê naveroka xwe ya sexte anî asta ku nikaribe kar bike. Ji ber vê jî partîbûnên bi şêweyê PKK’ê mînakek divê ji aliyê yên dixwazin di Tirkiyê de partîbûnê pêk bînin li berçav bigirine û digirin jî. Herweha hîn duh Ozal ev digot: “Partî naçarin xwe bispêrin gel, partî naçarin berjewendiyê gel biparêzin…” Ya rast dema ev diyar dikirin îtîrafa, partiyên KT’yê partiyên li hewane, partiyên balonin yan jî yên dewletparêzin, yek bi yek bi kesan ve girêdayîne û partiyên bingehek wan a civakî nîne dikir. Pir vekiriye, dema van partiyan jî bi dawî bûye. Li şûna wan pêdivî bi partiyên xwe dispêrin bernameyên rasteqîn ên bingehê wan ên civakî heye. Ev rastî ji aliyê berdevkên fermî yên pergalê ve tên îtîrafkirin. Rastiya vê bi wan dide îtîrafkirin, bi taybet di demê dawî de ji aliyê hemû partiyan ve helwestê di derbarê têkoşîna me de wergirtine, nebes û bê encam mayîna wan e. Pêwîste mirov vê rewşê hinekî din ji nêz ve binirxîne. Em nîqaşên di parlemena KT’yê de tên kirin dizanin. Dîsa di mijara
wê pirsgirêka Kurdistanê çawa baş bê çewsandin de qiyameta radikin jî dizanin. Em ji Demîrel bigirin heta Înonu, ji Ecewît heta Yilmaz, Erbakan û Turkêş hemûyan bi corekê li dijberî terorê yekîtî û hevgirtina herî baş pêk anîn. Pir vekiriye ev partîgîrî ne partîgirîyek hevgirtiye. Ger partîgîriyek hevgirtîbûya, li beramberî terora xeteriya herî mezin dibînin li ser bingeha polîtîkayên yekîtî û hevgirtinê dê encam girtibana. Ji despêka sala 1992’an ve ev polîtîka bi baweriyê re kirin yek, bê şert û merc piştevaniya wê kirin. Lê belê di encam de, derket holê ku helwesta hevbeş a li dijberî PKK’ê hat pêşxistin têra rizgarkirina KT’yê nekir. Heta ji vê jî wêdetir, tevî hemû hewldanên rûpoşiya partiyan, hat dîtin dewletê nekarî xwe ji hîn zêdetir ji eşkerebûnê rizgar bike. Van partiyên veşartî hêz didan jî, ne karî dewletê biparêzin, ne jî karîn bi pergal bikin. Ger rêxistin û partiyên şoreşger nebûne, van partiyan dikarî heta demek din jî berjewendiyên dewletê û beşê temsîla wan dikirin biparastana. Lê ger xetek şoreşger a pevgirtî her tim bi ser van de biçe, ev partiyên veşartî hêz didin, parastina dewletê li aliyekî, wê nikaribin xwe ji bûyîna bela serê wê jî rizgar bikin. Naxwe partîbûna PKK’ê ya rast pêş ket, li beramberî çalakgerî û rêxistina vê ya rast naçar man ji rûpoşên xwe derkevin. Ev jî, tê wateya partiyên mijara gotinê heta dawî besît hatine damezrandin, ti eleqeya wan bi xwe sipartina gel, beşên civakî re nîne û li xwe mukurhatina vê ye. Berî her tiştî rastiya PKK’ê derxistiye holê ev e: Ji bo partîbûnê tê xwe bispêrî gel, tu yê xwedî bernama vê ya rast bî, rêxistin û çalakiya wê bî. Ya ji çepê Tirkan re, hêzên şoreşger û sosyalîst re jî em dibêjin ev e. PKK bûyerek mezin a pêşketina partîbûnê ava dike. Çima partiyên çil parçe yên çepê Tirkan di holê de nînin? Gel rastiyê dibîne û mînaka PKK’ê dide van. Lê belê bi wan re ev behremendî nîne. Ji ber vê jî bilez kêm dibin. Yên mayî jî ji rûbirûbûna hildana ala îflasê rizgar nabin.
Rewşa çepgira ev e. Helbet sedemên vê yên tên fêmkirin hene. Bi awayekî pir şênber eşkereye gel li partiyên mîna PKK’ê digere. Bi şêwazê jiyanê, bawerî, şêwazên rêxistin û çalakiyê derketiye holê ku dê ev partîbûnek bihêz dernexînin holê. Encama vê jî tasfiyebûne. Herweha tasfiyebûna mezin a çepgiriyê jî di van salên dawî de ji ber vê ye. Yan tu yê mîna PKK’ê bî, yan jî tasfiye bikî, lê ya diqewime tasfiyebûne. Me heman bandor li ser partiyên burjuwa jî kir. Ger tu yê bibî partî wek PKK’ê bibî, ger nebî jî dê zêde nirxek te nebe û tu yê ji aliyê dewletê ve bê çewsandin. Di rastiyê de ya derket holê jî ev bû. Vaye partiyên bihêz ANAP –Partiya Nîştîmana Dayik- jê
hêz ket. Sedema parçebûnên di nav qaşo demokratên civakî de çiye? Dîsa Partiya Rêya Rast –DYP- Partiya Xebatên Netewperest, -MÇP- Partiya Refahê çiqas partî hene di hemûyan de qeyran, bûhran, parçebûn û helandin mijara gotinê ye. Herweha çapemeniya burjuwa vê her roj wek heyî dibêje. Di gel vê tê diyarkirin ku êdî eleqeya gel li beramberî partiya nemaye, hêviyê tu kesî ji wan nîne. Ev raste. Ji ber ku derketiye holê ev ne partiyên gelin.
Ev rewşa pêşketinek girînge. Ger van partiyên burjuwa bikariya gel bixapandana, wê ev ji bo wan biba avantajek girîng. Bi taybet li Kurdistanê wê ev partî û hêzên dewletê bibandor bibûna. Lê belê bi partîbûna me ava kir re destûr neda vê. Ji ber êdî van partiyan nekarî gel bixapînin û heta ji ber sedema nekarî xwe biparêzin artêş mîna hêzekî vekirî ket dewrê. Hema bêje artêşê ji hemûyan re got; “Xwe bidin alî” hemûyan xwe baş de da, ev rewş
jî netewperestiya Tirk çawa îflas kiriye nîşan dide. Bêguman ya ku ev rewş derxistiye holê têkoşîna me ye. Ger bikarîna rê li têkoşîna me bigirtana, vê partîbûnê bi asanî dikarî pergal di nav xwe de bixebitanda. Lê belê dayîna destpêkirina me ya qonaxa partîbûna xwe dispêre gel, mînaka bihêz a Kurdistanê rasterast bandor kirina Tirkî rê li girtina dema partiyên modelê wan kevn vekiriye. Qeyranên di van demên dawî de di partiyên burjuwa de
derketin holê, bûhranên kûr û lêgerînên nû, ji nêz ve girêdayî destwerdana PKK’ê ya nêvenga siyasî ya Tirkiyê kirine. Tabloya siyasî ya derdikeve holê encama vê ye. Wek dewlet ji vê re ne amadeye, partiyên behremend li beramberî vê yan jî partîgir nînin. Hemû jî partiyên fêrî ji dewletê mûçe wergirtinê bûne û di vê astê de ne. Di dema borî de partiyên Yenîçeriyan hebûn; dema padîşah mûçe li ser wan belav dikir digotin; “Her bijî padîşahê
me.” Çavê partiyê niha jî li xezînê ye, dibêjin wê çiqas pere bide û li hemberî alîkariya digirin dibêjin; “Bijî dewleta me” her roj di parlemento de ji dewletê re dua dikin. Ger pergal wisa bidome jixwe pir başe, lê belê wisa nemeşe ji mûçexwuran re wê bêjin; “Ka xwe bidin alî, partiya sereke, partiya cûntayê tê.” Jixwe yan niha li ser desthilatiyê ye partiya leşkerî ye yan jî Konseya Ewlekariya Mîllî ye. Jixwe hemû biryarên ji aliyê Desteya Ewlekariya Mîllî ve tê girtin di asta fermanê de ne. Ev partî jî naçarin bi vê ve girêdayî bimînin. Dema pêwîst kir; Desteya Ewlekariya Mîllî pêdiviya xwe bi partiya jî nabîne û biryarê girtine ew bi xwe disepîne. Rewşa di rastiya Tirkî de hinekî tê jiyîn wisa ye. Nîqaşa dewleta partiyan bandor dike wê çawa baştir bidin jîyîn dikin. Bi taybet di hewldanên ji nû ve zindîkirina Partiya Gel a Komarî de ev rastî derdikeve pêşberî me. Berî ku em li ser vê rawestin divê mirov li ser Pariya Kedê ya Gel -HEP- raweste. Wek tê zanîn pergala mêtinger, ji bo bendavkirina bandora PKK’ê ya li ser gel zêde dike û ya din jî ji bo pevçûnên klîkê di navbera xwe de ber bi xwe ve bikişînin, bi taybet Partiya Gel a Sosyalîst ku gefa li Partiya Nîştîmana Dayik dixwe lewaz bike taxtîkên Ozal, bi zanabûn ango nizanî be jî, bi hêceta Partiya Gel a Sosyalîst tevlî konferansa li Parîsê ya şovenîzmê Kurd bûye di encamê tecrîdkirina komek parlementer buyera HEP’ê derket holê. Ozal ev nirxand û got; “Ger hûn bibin partî em dê wek dewlet bi we re bibin alîkar. Bi taybet ji bo şiyariya di nav Kurdan de pêş ketiye ber bi vir ve veguhezîne, xwest nasnemeya van a Kurdîtiyê bikar bîne. Ev parlementer ji vê re hatin teşwîqkirin û gotin; “Ger em dixwazin di nav girsede hinekî bên
girtin, bi taybet li Kurdistanê divê em nasnameya Kurd qebûl bikin” dîsa qala derketinên demokratîk ê Kurdan kirin û gotin; “Ger dewlet destûrê bide vê wê ji bo dewletê bi xwe jî baş be, ji bo me jî, berevajî wê PKK her tiştî bigire û paqij bike.” Lewra buyera HEP’ê ji aliyê pergalê ve rê ji mantixê; “Ser bigire dê baş be” re vekir. Armanca sereke ya derketinê ev bû. Bûyera Kurdîtiya nû ya li gorî wan derketa, wê hem rê li pêşketina şoreşa gel a radîkal ku pêşengatiya wê PKK’ê dikir bigirtana û hem jî bi vî rengî di polîtîka nokeriya Kurd de rê ji qonaxek nû re vekirana. Armanca dixwestin xwe bigihîninê ev bû. Bêguman her tişt wek dewlet dihizire pêş nakeve. Bi taybet
ev, li beramberî PKK’ê ne gengaz bû. Ji ber ku PKK rêxistinek şere û ya rê li van zemînan vedike jî encamê vî şerê tê meşandine. Di Kurdistanê de partiya dewlet di astek biçûk neyê dîtin de paşve xist, wê ji bûyerek mîna HEP’ê re di asta temaşevaniyê de nemaba û nema jî. Herweha hewl da potansiyelê xwe, hêza xwe li ser HEP’ê biteyîsîne. Di encam de wek em dizanin HEP ne ber bi partiyek ji dewletê re xizmet bike, ber bi partiyek xizmet ji PKK’ê re bike ve bir. Rakêşî li ser bingeha vê encama ku rû dayî derket holê. “HEP rêxistinek dewletê ye, yan jî rêxistinek PKK’ê
ye? Wek me got, taxtîkên dijmin hertim xizmetê ji dijmin re nakin, têkoşîn vê diyar dike. Kî taxtîkan bibaldarî bikar bîne dê ji wî re xizmet bike. Di bûyera HEP’ê de dema teysîna zemîn wisa rist lîst, ji bo ketina wê ya hilbijartina qedexe anîn. Lê belê Partiya Gel a Sosyalîst, bi HEP’ê re ket nav tifaqa hilbijartinê. Her çiqas nîyeta xwe cuda be jî naçarî vê bû. Di encam de jî, bi vê tifaqa hilbijartinê HEP linav nehat birin, şansê ketina parlemento bi dest xist. Li ser vê bingehê hêza potansiyel ya PKK’ê cara yekê bi şewekî pergal qet ne li bendê bû, taxtîkî be jî dê dewlet ti carî qebûl neke derbasî parlemento bû. HEP êdî bû amûra teşeyî ya teysîna vê. Rêxistinbûnek wê ya pir bihêz nebû, lê potansiyelekî wê bihêz yê PKK’ê hebû. Ev amûr bikar anî, heta Ozal û Înonu jî bikaranî û derbasî parlemento bû. Armanca Înonu, helandina potansiyela me ya girse bû, ya Ozal jî damezrandina dewletê bû.
Dîsa hinekê din jî di nav HEP’ê de dixwestin hereket bikin û dubare kursiyê bidest bixin û hinek welatparêzên nîyet baş jî xwestin bi rêya HEP’ê li ser bingehê xizmet ji gel re kirinê polîtîka bikin. Ya rast di vê çarçoveyê de pêşbirkekê dest pê kir. HEP, heta niha jî bû mijara nîqaşek polemîk a encamnebûyî. Di vir de xala girîng ku divê bê dîtin, vebûna partîgîriyên nû ye. Dîsa PKK tenê ne di HEP’ê de, bandora qeyranên di partiyê burjuwa de jî
vekirine bi kûrî berdewam dike. Dema teqîna girseyî ya li Kurdistanê nehat çewsandin, hêza tevdîrên hikumeta Demîrel-Înonu têra vê nekir, hewldanên partiyên bi taybet dewletê pir tişt ji wan hêvî dikir bi îflasê re encam bûn, rê ji van nîqaşên nû û lêgerîna re vekir. Wer texmîn dikim ku, nîqaşa nû ya Partiya Gel a Komarê dest pê kiriye
nîqaşek ji aliyê dewletê ve tê kirine. Dewlet, li ser Partiya Gel a Komarê ferz dike rê li ber hilweşîna komarê bigire. Ji bo vê jî di bin navê komara duwem de berjewendiyê kedkaran ên gel bi şêweyekî din di ser guhê xwe re davêje, qilifên nû derbasî rûyê rêbazên kevn dike hewl dide berjewendiyê çînê serdest bigre bin ewlehiyê. Ya girîng ne du pergal yan jî du komare naveroke. Lê belê di bin navê Partiya Gel a Komarê de nîqaşên derxistine piyasê ya rast kadroyên dewletê û partiya wê ya bi ezmûne. Heta ser bigire wê vê potansiyelê temsîl bikin. Ya jê re dibêjin komara duwem bi bernamekirina komara nû ye. Di rastiyê de dewlet vê guhertinê mecbûrî dibîne. Di serî de
têkoşîna me, pirsgirêkên giran ên aborî, pirsgirêkên demokrasî û polîtîka derve, komarê ber bi guhertina libas, polîtîkayên bingehî xwe dispêrê li berçav derbaskirinê, li şûna wan avakirina polîtîkayên nû û partiyên van polîtîkayan bisepînin ve naçar dike. Naxwe bûyera em jê re dibêjin partîbûna nû, lêgerînek rizgarkirina komara 70’ê salî armanc dike. Ev lêgerîn gelo wê çawa bi encam bibin? Bi taybet damezrêneriya Partiya Gel a Komarê bê pêkanîn, ger bernameke nû ji xwe re ava bike, hewl bide mîsyonek nû bide xwe, heta ji bo vê pêwîst bike wê navekî nû li xwe bike. Dê bi vî rengî bixwaze xwe rizgar bike. Qaşo wê demokratên civakî bigîhîne hev, komara demokratîk pêş bixe, heta wê lîberal nêzîkî pirgirêka netewî jî bibe; ango li ser esasê pêşketinên wisa hemdem dê bi bernamê xwe şênber bike. Berî her tiştî di vê dema hilweşînê de fêm kiriye ku dê komar bi van polîtîkayên kevn neyê rizgarkirin. Lê belê wer bawer kirina wê bi naveroka nû, li ser bingehê polîtîkayên nû wê komarê di bin navê
komara duwemîn de bidin jiyankirin. Nêzîkatî û ferasetek wisa heye. Ev, bi taybet beşên xwe wek demokratên civakî bi nav kirine. Ev jî demokratiya civakî ya xwe naspêre gel û ferdiye. Ev xwediyên herî kevn ên dewletê, dixwazin ji nû ve dewletê tamîr bikin. Ji ber vê jî Partiya Gel a Sosyalîst û Partiya Demokratîk a Çepgir, niha jî Partiya Gel a Komarê cuda cuda di nav lêgerîna bersiva wê dewlet çawa bê tamîrkirin de ne. Gelo wê ser bixin,
yan jî hewldanên wan encam bigire? Ev karê ew dizanine. Lê belê ev hema wek di despêka sala 1920’an de, di despêka sala 1990’î û ber bi salên 2000’î ve çûyînê de hewldanên derkaskirina rewşa Komara Tirkiyê tê de ye, berî hilweşîna komarê bi hinek reforman tamîrkirin, temenê wê dirêjkirin û bi vî rengî rizgarkirinê ne.
Partiyên kevneşoperest ên mîna Partiya demokrat, Partiya Dadê û Partiya Rêya Rast nîqaşên hevşêwe dijîn. Dewlet di nav van partiyan de jî kilît bûye. Ango partîgiriya dewletê di nav van de êdî îflas kiriye. Ji ber vê jî pêdiviya van bi rêberekî nû heye. Vaye lêgerînên bi kurê Ednan Menderes Aydin Menderes re dane destpêkirin ne tesadufî ne. Dîsa lêgerînên nû yên Ozal yan jî nîqaşên wek Partiya Nîştîmana Dayik ji pêşketina re vekiriye, Mesût Yilmaz rê li vê digire, li aliyê din di nav Partiya Rêya Rast de berdewamkirina nîqaşên hevşêwe vê nîşan dide: Komara
xetimîye, hilweşiyaye li gorî pêdiviya rista xwe ya dîrokî divê derketinekê bike. Ji vê re tê gotin hevgirtina rastgir yan jî li derdora rêberekî hatina gel hev a rastgirane. Wê ser bixin yan jî dê hêza wan têra rizgarkirina komarê bike? Em dê bibînin. Dîsa Partiya Refahê ya berdewamiya Partiya Sosyalîst a Mîllî heye. Tê zanîn ku, ev partî jî bikaranîna hestên bihêz ên olî di nav civakê de dixwaze komarê rizgar bike. Hinekî dijberiya Kemalîzmê, hinekî dijberiya siyonîzmê dike û bi vî rengî rûpoşa ol wek amûrekî bikar tîne, hestên gelê misilman bikar tîne, hestên gel rêxistin dike, dixwaze dewletê bi van aliyan ve taqwîye bike û bi hêz bike. Armanca partiya Refahê ya di pêşengatiya Erbakan de ye, di cewher de ne dewlet bi rêya ol ango şerîetê hilweşandine, desteser kirine, beravajî bi şêweyekî pir îstîsmarker bikaranîna ol bi vî alî dewlet pînekirin û temenê wê dirêjkirine. Hewldanên –MHP- Partiya Tevgera Netewperest yan jî yên -MÇP- Partiya Xebatên Netewperest ên parastina dewletê dixwazin bi şêweyekî cuda bikin. Wek partiya herî faşîst, erka rakirina ser piya ya şovenîzma Tirk pêk tîne. Ya rast pêwendiyên
hemû partiyên Tirkiyê bi faşîzmê re heye. Ji ber ku ev partiyên dewletê ne, pêwendiyên dewletê jî bi faşîzmê re heye. Hema bêje partiya ku pêwendiya xwe bi taybetmendiyên faşîst re nebe nîne. Ev di çepgiriyê de jî hinekî wisa ye. Rewşa dewletger û Kemalîst mijara gotinê ye. Faşîzm, Kemalîzm û pêwendiyên dewletê, di pergala wê ya partiyê de rê li ber zû bi zû ketina nav rewşên faşîst vedike. MHP û MÇP –Patiya Xebatê Mîllî- di vê mijarê de
partiyên herî zêde şovenîst ên Tirkin. Dixwazin nêzîkatiyên wek; “Netewa Tirk di ser hemû netewan re ye, her kes naçare bibe yek. Her tişta li dijberî Tirkitiyê raweste wê bê îmhakirin” û dixwazin vê nêzîkatiya şovenîst bikin partî.
Niha jî Partiya Xebatên Mîllî, Partiya Refahê jî di nav buhranekê de ne. Bi şovenîzmek dijwar û olgeriya sexte derketiye holê wê êdî nikaribin gel bixapînin. Ezmûna me ev herdu partî jî di Kurdistanê de bê zemîn hiştin. Li Tirkiyê hem şovenîzm û hem jî olgeriya sexte derxist holê ku li gorî berjewendiyê gelê Tirk ne guncawin. Li ser vê bingehê buhrana van zêdetir kûr bû. Mînak, buhrana Partiya Refahê di dema hilbijartinê de pir şênber hat
dîtin. Dîsa buhrana Partiya Xebatê Mîllî di van deman de pêş ket û ev kûrbûn dewam dike. Xulase em dikarin van nirxandinan ji bo partiya çepgir jî bikin. Ev partî ne partiyên dewletê ne, lê ji ber bi giranî di bin bandora dewletê de ne, xwe nû nekirin û di encam de ber bi rasfiyê ve çûn. Mînak Dev Yol, -Tevgera Rêya Şoreşgerîdîsa em bi gelik partiyên dibêjin em komînîstin bifikirin. Qaşo ev dijberî dewletê bûn, lê belê yên dewlet nas nedikirin yan jî pêwendiyên wan bi dewletê re di çarçoveya Kemalîzmê de bû. Binkeftîbûna Kemalîzmê, alternatîfa nû pêşnexistin, di encam de ji van partiyan tengav bûn, bê henase man û di encam de rê li ber tasfiya wan vekir. Ya ev partî didan jiyankirin zindîbûna Kemalîzmê bû û dema ev zindîbûn nema ji wan jî ti eser nema. Nîqaşên partiyên dema nû û lêgerîn gelo wê çi encam bide? Gelo wê careke din partîbûna muhafazakar, heta faşîst pêşbikeve? Herweha nêzîkatiyên wek xeta Turkêş û Erbakan ger baştir bikarin rastgiran birêxistin bikin yan jî di nav DYP’ê
-Partiya Rêya Rast- de jî hîn baştir xwe birêxistin bikin ya pêşbikeve pergala partiyek rastgire. Ji ber ku ev jî bi dijwarî dewletparêzin. Derfetên dewletê bêtir şovenîne û li beramberî gel bikaranînê dê ti dudiliyê nejîn. Ji ber ku mîlîtarîstin wê bi artêşê re hevbigirin. Herweha hîn ji niha ve polîtîkayek wisa dişopînin. Wê di polîtîkaya qada navnetewî de polîtîka derve ya ku ava bikin dîsa êrîşkar bin. Ya rast avaniyek wisa heye. Di ANAP’ê de jî alîgirên wisa hene. Ango em dikarin ji van re bêjin baskê hîn rastgir, hîn şoven, mîlîtarîst û êrîşkar. Dibe ku bibin yek partî, ger neyên jî wê lêgerînek wisa berdewam bike. Qala derketinek lîberal-demokrat tê kirin. Vaye, CHP dibêje ez emdamim. Endamên din jî derdikevin. Gelo dibe ku partiyek Demokrat a Tirkî derkeve holê? Dema em lewaziya niha heyî tînin berçav, derketina partiyek dewletê li ser bingehek demokratîk rêxistin bike zahmete derkeve holê. Li beramberî rêxistina rastgir em dibînin ku wê rêxistinên çepgirên burjuwa zêde pêş nekevin. Ger muxalefeta gel pêşketinek mezin raber bike, dibe ku xwe bigihîne vê. Lê belê hîn di demek rastgir tê de bihêzin û muxalefeta gel lewaz de zahmete ku ev meyl bernama xwe jiyanî bike. Lê belê tevî vê jî lêgerînek partîbûna çepgir a burjuwa û nîqaşên wê her ku diçe bi berfirehî dê bidome. Ger muxalefeta gel pêş bikeve, bi taybet ji bo îstîsmarkirina vê wê
partîyên çepgirên burjuwa bixwazin bibin desthilat. Di eniya çepgirên şoreşger de ti tevger nîne. Pir zêde qala
navê gel dike. Artêşa gel, dengê gel, partiya gel, pir zêde propagandayên xwe dispêrin gel ya rast hemû di gotin de dimînin. Fêmkirina gel, dîroka gel, aborî, siyasî nasnameya civakî ji nû ve afirandin pir zêde dûrî xeta siyasî û ramanê van partiya ye. Di rewşek wisa de behremendiya serkeftinê raber nakin. Di vê wateyê de hebûn û nebûna wan yeke. Zêdetir partîbûna em dixwazin araste bikin heye. Di vê de nêzîkatiya ku em bingeh digirin jî, wê ev partîbûn ji Tirkiyê û Kurdistanê re çi bîne, dîsa di qadên legal û îlegal de wê encamekî çawa derbîxîne de ye.
Diyare ku di roja me de PKK tevgera li beramberî dewletê herî bihêze. Bi rastî jî PKK bi hêza partîbûna heyî li beramberî KT’yê atlernatîfekê xêz dike. Bi qasî di xeta wê ya siyasî û bîrdozî de heyî, bi kesayetiya afirandiye bitemamî pergalek dijberî KT’yê pêş dixe. Ev her ku diçe KT’yê paş ve dixe û li ser vê binhegê hêdî hêdî tevgera ber bi şênberkirina modela xwe ve diçe. PKK hîn ji niha ve li ser polîtîkayên derve û hundir ên KT’yê di radeya yekem de bandor dike û di rewşa partiyek wisa de ye. Nemaze li ser partîbûnên nû yên li Tirkî û Kurdistanê
bandorek mezin dike. Ev raste û her ku diçe bandora wê zêdetir dibe. Ev pêşketin, di encam de çawa ku di partiyê din de lêgerîna lez dike, li şûna çepgiriya tasfiye bûye, dikare pêngavek ber bi partiyên azadiyê, partiyên azadiya gelan esas werdigirin bide destpêkirin. Herî kêm zemînê objektîf ê pêşketinên wisa, teysînên bîrdozî û siyasî dibe ku derxîne holê. Herweha bandora xwe li ser bûyera HEP’ê wisa bû. Jixwe pir zêde vebijêrka pêşxistina demokrasiyê ji aliyê HEP’ê ve di qada legal hem ya Tirkiyê û hem jî ya Kurdistanê tê nîqaşkirin. Her çiqas van nîqaşan rê li ber hevgirtinê venekiribe jî, HEP; partiyek siyasî ya di platforma legal de ji aliyê gelê Kurd ve
piştevaniya wê tê kirine. Heta dawî giraniyek gelê me heye. Dibe ku beşên demokratîk ên gelê Tirk jî bi heman rengî hev bigirin. Ger HEP di vê de serkeftî bibe, di pirsgirêka netewî ya gelê Kurdistanê de zêdetir ji çewsîneriyê re, bêy ku xwe bispêre zorê ya çareseriyê qebûl dike, dibe xwedî rêgez û dikare rêbazekî têkoşînek siyasî ya wisa esas werbigire. Di vê çarçovê de demokrasiyê pîlan bike, durist tevbigere, ji lîstokên burjuwa û dewletger re nebe amûr. Berjewendiya gel esas bigire, zextên dewletê yên ser gel asteng bike û têkoşînek wisa dikare bibingeh
bike. Digel vê divê kadrobûn wek pêdiviyek rêxistinbûnê bê qebûlkirin. Pêşketin di vê arasteyê de ne û em dikarin ji vê re bêjin partiya demokratîk a gel di qada legal de. Yan jî platforma partiya gel a demokratîk.
Her çiqas hîn bitamemî bi encam nebû be jî, nîqaşên di vê derbarê de hene. Ji ber ku bitemamî berjewendî û bêrîkirinên gelan, kemnetewan ên demokratîk nehatine tespîtkirin, lê tê nîqaşkirin. Tê gotin ku dê teqez ev valatî bê dagirtin. Bawerim wê nîqaşên di vê derbarê de lez bibin. Di dawiya salên 1990’î de gelê Kurdistanê, çarçova xwe tengav bike û hêza xwe biteysîne, dê rê li ber ji aliyê armancên siyasî xwe dîtina gelê Tirk jî veke. Her ku biçe dê ev rê ji partîbûnek demokratîk hevbeş a gelê Kurd û Tirk re veke. Me ev mijar bêrê nîqaş kirin û bi nêzîkatiyên cor bi cor ên rast zelal kir. Bi taybet dema mirov taybetmendiya faşîst a dewletê li berçav digire, ji bo berjewendiyê gelan dê bê dîtin ku tenê bi partiyek legal dê zêde bibandor nebe. Ji ber vê jî wek mirov nikare zêde pişta xwe bidiyê, dibe ku di her kêliyê de partiyek wisa ji aliyê rejîmê ve bê girtin. Jixwe hîn ji niha ve di derbarê girtina HEP’êde bi daxwaza girtinê serî li dadgeha destûra bingehîn dane. Wê dewlet, dema amûrek muxalefeta demokratîk a gel esas werdigire û pêş dikeve dema ji bo wê xeteriyê ava bike, eşkereye ku dê di derbarê wê de qedexeyan pêş bixe. Ango ger ev amûr ji aliyê wê bi xwe ve neyê bikaranîn berjewendiyê wê nebîne, wek li dijberî
her partiyê siyasî, wê ji tevgerek wisa ya siyasî re jî astengiya ava bike. Lê belê ger ev tevger, bi pêngava gel a nayê astengkirin a demokratîk hêz bi dest bixe, wê dewlet herî kêm ji bo nêvenga binakok û pevçûn dernekeve holê naçar bimîne destûr bidiyê. Sedema vê ji bo bi encamên bêrehm ên ji vê xirabtir re rûbirû nemîne ye. Ango li şûna ji rewşa heyî xirabtir bijî, dibe ku bi feraset bersiv bide partiyên rêyên çareseriyê demokratîk. Bi rastî jî ya vê diyar bike wê asta pêşketina têkoşînê be. Lê belê di rewşên heyî de çi şoreşger be, bi taybetî jî wê tevgerên sosyalîst
zêde baweriya xwe bi zagonên KT’yê neyînin û tê dîtin ku dê serî li partibûna îlegal bidin. Valatiyek heye. Bi taybet ji bo bijareya gelê Tirkiyê pêdivî bi partiyek şoreşger heye. Rewşa çepgiriya Tirk a xwe bi xwe tasfiye kiriye û bê karîger hiştiye, hem di çanda TKP’ê –Partiya Komînîst a Tirk- de hem çep û hem jî di bîst salên dawî de binirxandina nebesiyên li derdora partiya çep, li şûna vê bi rastî jî hêz dayîna partiyên ji daxwazê gel re dibe
bersiv, bi berjewendî û armancê gel ve girêdayîne hêz dayîn yan jî ji lêgerînê partîbûnek wisa re bersiv dayîn bi rastî jî girînge. Ji bo Tirkiyê partîbûnek em jê re dibêjin Partiya Gel a Şoreşger, li ser vê bingehê ji lêgerîna vê nîqaşê re bersiv dîtin, pêşwazîkirina vê armancê û ji bo hêz dayîna bijareya rasteqîn ya gele. Bi rastî jî li ser navê gelê Tirk, bi tundî pêdivî bi partîbûnek hem dem dirêj, hem dem kurt temsîla berjewendiyên gel ên aborî,
demokratîk û heta çandî bike heye. Encax li ser vê bingehê bi partiyek radîkal û şoreşger ev valatî bê dagirtin. Bi vî rengî wek di mînaka PKK’ê de tê dîtin qonaxa bibandor a xwe dispêre gel a partîbûnê dikare dest pê bike. Bi partîbûnek wisa, hemû lîstokên partîbûna burjuwa û hebûna wan dikare vala bê derxistin, ji holê bên rakirin. Di heman demê de dikare dawî li komên burjuwaziya biçûk ên mezin û biçûk ên nikarin xwe ji buhran û nebesiyan
rizgar bike bîne. Herweha fikarek van a wisa heye. Teysîna mînaka PKK’ê li Tirkiyê pir xeter dibînin. Behsa tevdîr girtinê dikin. Belê di nav çepgiriya bûye çil parçeyî de gengeşiyek wisa tê jiyîn. Digel vê di nav partiyên burjuwa de jî gengeşiyek wisa heye. Li vir xapandinek heye. Bêy ku pratîkên borî, modelên partiyan neyên lêkolîn, nîqaş bikin ketine nav fikara wê hêzek mîna PKK’ê bê ser serê wan û vê gengeşiyê dijîn. Pratîka me jiyan kiriye, nîşan dide ku wê rêxistinek milîtan û şoreşger a mîna PKK’ê di nav gelê Tirkiyê de jî pêş bikeve. Ya di PKK’ê de tê jiyîn; modela xwe, şêwaza têkoşîna xwe wisa ye, dîrokê wisa şîrove dike, bi xwe sipartina vê bernama xwe, kadrobûna xwe ava
dike, hewl dide armancên xwe li ser vî bingehî pêk bîne û bi xwe gihandina xeta jiyana şoreşgerî ev jî ser xistiye. Dîsa tê diyarkirin gelê Kurdistanê bi partîbûnekê rakiriye ser piya, astengiya dewletê derbas kiriye û ew ber bi desthilatiyê ve biriye. Heman pêşketin çima ji bo gelê Tirk jî gengaz nebe? Rêxistinên biçûk yên heyî çima partîbûnek bêrîkirinên demokrasiya gel nafirînin? Di nav beşên gel, kêmahiyan de nîqaşên dest pê kirine
hene. Diyar dikin ku bêrîkirin, daxwazê wan hene, ne yekser be jî wê heza PKK’ê di nav mercên xwe de biteyisînin û li ser vê bingehê encam bigirin. Di nav civakê de nîqaşek wisa dest pê kiriye û didome. Herweha di nav mercên îlegal jî PKK’ê hêzek nû daye partîbûnê, ji vê re bûye çavkaniya îlhamê û bûye modela serkeftinê. Ya rast pêşketinên bi vî rengî yên PKK divê piştevaniyê bike, lê hîn bêtir bi xeta xwe ya siyasî û ezmûnê xwe
dixwaze hêz bidiyê didomin. Di dema pêşiya me de wê ev pêşketin berfirehtir bibin. Li ser vê bingehê di asta legal de hêza nûnertiya gel pêş bikeve û hem jî di asta îlegal de li ser navê gel partîbûnek radîkal a
şoreşger û rêxistina wê û dema çalakiyê wê hêz bi dest bixe. Bi vî rengî ne reformîzekirinê rizgarkirina dewletê, berevajî wê ew ber bi dewleta gel ve veguhertinê pêşketin bê jiyîn. Encax partiyên şoreşger vê bikin armanc, wê hevgirtinê raber bikin. Herweha nîqaşên rê ji dewleta gel, komara gel, demokrasiya gel re vedikin, hevdîtin û bi qasî bernama wê, li şûna kesayetên di bin bandora giran a mîlîtarîzm û şovenîzma giran dewleta KT’yê de teşe
girtine, girîngî dayîna nasnama demokrat, dij mîlîtarîzmê, enternasyonalîst û milîtan û di vê de ji dahûrîna kesayeta milîtanêPKK’ê, ji pratîka kesayeta wê îlham girtin û ev jî bi wêrekiyê şênber kirin gengaze. Ango partibûna divê derkeve holê, di heman demê de dê bê wateya bi destxistina kesayeta milîtan. Ger li Tirkiyê kesayeta milîtan ava bibe, wê partiya şoreşger jî bikare li vir xwe birêxistin bike. Beguman, kesayeta milîtanê şoreşger li ser bingeha dahûrînên berfireh derdikeve holê. Bi qasî ev dahûrînê bên kirin, rêbazên girêdana bi gel ve bên pêşxistin, di vê navberê de çalakî û rêxistin pêş bikeve kesateya Tirk a nû û li şûna KT’yê alternatîfa komara gel wê di kesayetiya vî milîtanî de bê avakirin. Çawa ku di PKK’ê de milîtan, nêvenga teşegirtina civak-netewê nû ye, li Tirkiyê wê milîtan jî bibe nêvenga komara nû. Bi rastî ev jî li beramberî teşegirtina KT’yê çareseriyek gelê Tirk xwe bispêrê ye. Vaye, di nêvenga siyasî ya Tirkiya roja me ya îro de hem ji aliyê gel, hem jî ji aliyê pergalê ve xalên divê bi girîngî li ser bêrawestîn evin. Bawerim nîqaşên di vê derbarê de, di bin bandora PKK’ê de her ku biçe dê bi tundî bidomin. Ya herî girîng jî, PKK bi xwe sipartina sosyalîzma zanistî ji rastiyên Tirkiyê re
bi nêrînek cîhanî ya wisa rast ji çareseriyê re tevkarî pêşkêşkirina wê ye. Berî her tiştî wek berê dihat kirin bidawîkirina mercên zemîn ji partîbûnên erzan ên berjewendiyê derdorên cor bi cor diparast, ehbab çawîşî û bûyîna partiyên dixwestin pergalê rizgar bikine. Li şûna vê, çi muhafazakar, çi pêşverû be, yan jî bila şoreşger û dij şoreşê be, ger nêzîkatiyek rast li beramberî rastiyên dîrokî û civakî raber kirinê tê xwestin, ne bi nerînên îflaskirî,
lîstokên partîparêziya sexte, hîn radîkal, ên ku her tişta xwe datînin holê, bi qasî di raman de, dikare di çalakiyê de jî radîkal be, em dibêjin bêdivî bi serdemek wisa heye. Vaye ev nîqaş di ronahiya van nîqaşên sereke de divê bê meşandin. Hinek dibêjin, ez ê dewleta xwe wisa rizgar bikim, hinek dibêjin ez ê komara nû ragihînim û hinek jî dibêjin ez ê dewleta gel damezrînim. Êdî ev karekî ew bi xwe dizanine. Ya girîng bandora PKK diyar dike ye yan jî Tirkiye ber bi çareseriyek nû tengav kirine. Ji xetimandina niha heyî, buhranê wê Tirkiya nû çawa bafire? Dîsa gel, di mijarên vebijêrkên mîna burjuwa û burjuwaziya biçûk de divê çawa be, di asta dahûrîn, nîqaş û ber bi encam ve çûyînê de heta dawî tevkarî hatiye pêşkêşkirin. Her kes li gorî xwe dikeve nav nirxandinan. Lê di encam de, kî bi qasî çînî li ser bingehekî rast asta civakî-netewî bidest bixe, armancên xwe rast formule bikin, berjewendiyê beşek girîng ê civakî di kesayeta milîtan de formule bike û bi rêxistin bike û vê jî ber bi desthilatiyê ve bibe, ew dikare bibe hêzek çareseriyê û serxistina wî jî gengaze. Bi kurtî me li ser nîqaşên dawî ên di derbarê partîgîriyê de
hinek nirxandinên giştî kirin. Armanca me di vê mijarê de xwe gihandina têgihîştinek bitenduristire. Bêguman, bi taybet di qada legal de yên di îdaya temsîlkirina PKK’ê de ne mijara gotinê ne. Divê ku mirov vê mijarê jî ronî bike. Berî her tiştî bandora PKK’ê di qada legal de temsîl kirin behremendiyek mezin dixwaze. Heta di nav HEP’ê de temsîl kirin behremendiyek mezintir dixwaze. Herwiha nirxên PKK’ê derxistine holê, ne nirxên bi asanî ji aliyê
lîstokên burjuwa ve bên vala derxistinin. Bêguman, rastiya şerê PKK wê ti carî fersendê nede vê rewşê û xwedî rastiyek wisa ye. Bi vê, em nabêjin bandorên girêdayî PKK’ê wê di qada legal de neyê temsîlkirin. Ji aliyê dîrokî û civakî ve ji temsîlek wisa re derfet heye. Yên dixwazin vê bandorê bikar bînin hene. Yên xwe ji ristekî wisa re amade kirine ewqas bê amadekarî, bê kesayet û ji behremendiya polîtîk bêparin, polîtîkvaniya herî baş dikin jî, polîtîkvaniya burjuwa ya kevn, polîtîkvaniya nokeriyê ye. Lîstoka goşegirtinê dilîzin û berjewendiyên xwe yên şexsî temsîl dikin. Dibe bêy ku di ferqa vê de bin, ferz dikin û dibêjin divê cihê me di asta herî jor de be û teqez xwedî mafê girtina cihekî baştirin. Bi van ajoyên xwe, bi şêwazê jiyana qalibgirtî, nikarin xwe ji xistina rewşek wisa rizgar bikin. Nemaze şansê têkoşîna PKK’ê di asta demokrasiyê de afirandiye xirab bikar tînin û mafê wê didinê. Bi
vî rengî xwe dixin rewşa zahmet. Herweha di vê mijarê de tenê ne ji Rêbertiya PKK’ê yan jî kadroyên wê, ji gel jî rexneyên pir giran tên kirin hene. Gel, pirsa ev kîne û şêwazê jiyana wan çawa ye dikin. Bi taybet dibêjin em
ji kesayet û şêwazê vê jiyanê nefret dikin. Vekiriye, beşên herî paşketî yên PKK’ê şiyar kirine naxwazin van kesayetan di nav xwe de bibînin. Nirxên bi xwîna şehîdên resen hatine afirandin bi destê van wisa çar çûr kirinê qebûl nakin û naxwazin van kesa efû bikin. Di gel vê pirsgirêk tenê ne niyet xirabiya van e, bêy ku ev şêweyê rast yê vê bikin û nîqaşa wê pêş bixin dest avêtina wan a kare. Camêr hema bêje mîna mal xwe di naverastê de dîtiye. Heta niha kê ew kiriye bûye yê wî. Perspektîfa serxwebûnê, dîsa fêmkirin û xwe gihandina vebijêrka demokrasiya gel, têkiliya vê bi şer re dîtin, di vê mijarê de nirxandina valatiya di pergala Tirkiyê de û bi rêbazên guncaw dagirtina vê valatiyê ne mijara gotinê ye. Fêrbûnek van a jiyanê heye, naxwazin tenê rojekê jî vê feda bikin. Lewra ti carî ji bûyîna kesateya bipirsgirêk û her tim tê nîqaş kirin rizgar nabin. Belê, çi di derbarê HEP’ê û çi jî parlementerên wê de bi raveya rast wisa ne. Ev ji roja jidayik bûne heta niha di nêvenga înkargeriya netewî ya komarê de mezin bûne. Dîsa bitemamî ji dervî pirsa; “Gelê min heye, nîne” û di nav jiyanek wisa de teşe
girtine. Di kêleka serxwebûna netewî ye, azadî ye, siyaseta vê ye, bîrdozî ya wê ye re derbas nebûne. Ziravê wan ji vê diqete. Lê belê girseya me ya roja îro ya Kurdistanê ber bi şer ve tê kişandin û her tişt jî di bin bandora vî şerî de ye. Vê dibînin û ew bi xwe jî Kurdistanî ne. Ew bi xwe jî dibêjin em Kurdin û dikevin nav nêzîkatiya; “Wê demê pêwîste em jî vê bandorê temsîl bikin.” Bi vî rengî Kurditiya legal ya em dizanin derdikeve holê. Wê partiya
legal a Kurd bibe, nebe, ev hat nîqaşkirin. Wekî din bi şewazên din dê Kurdîtî bê kirin ango neyê kirin jî hat nîqaşkirin û hêjî tê nîqaş kirin. Bi rastî jî heta şerê PKK’ê yê mezin li berçav neyê girtin, bi tena serê xwe wek ti wateya van nîqaşa dê nebe, wê ev ji bûyîna bela serî û heta di nav bêrehmiya şer de xwe windakirinên
wêdetir neçin. Mînak partîgîriyek Kurd, bê PKK’ê yan jî PKK’ê bigire hemberî xwe wê nikaribe henase jî bigire. Ger PKK’ê bigire hemberî xwe wê bi erdê re bibe yek. Ger bixwaze bandorên PKK’ê derxistine holê bêrêgez bikar bîne jî dê dîsa bê derbas kirin. Nemaze ger di asta legal de tê xwestin bi nasnameya partiya demokrat a Kurd têkoşîn bê kirin, berî her tiştî divê ji her alî ve PKK rast bê fêmkirin, bandora şerê wê rast bê fêmkirin. Bi qasî rast fêmkirina rastiya têkoşîna li Kurdistanê, divê pergala KT’yê jî baş bê fêmkirin. Îhtîmalek mezine valatî û lewazî hebin. Baş nirxandina vê girînge. Heta dibe ku pergal bi xwe jî pêdiviyê bi avaniyek legal bibîne. Ango li şûna her tişt di
nav tundiyek korene de windakirinê, bijareya Kurdê demokratîk herî kêm wek platformek nîqaşê dikare bê fikirîn. Bêguman, ger rejîm gavek wisa navêje jî, ev mirine; wê ev bibin, ji ber ku tu çalakî dikî. Divê mirov ji van re tehamul bike. Wê bigihêje xalek pêşketinê ya wisa, wê bi Kurdan re mesela Tirkiyê bi şêweyekî demokratîk û aşîtiyane bê çareserkirin. Ev jî ferasetek têkoşînê ye û tê wateya xebatek partiyê. Vaye camêrê di vê behremendiyê de bikare vê pêk bîne dernakeve holê. Di vê mijarê de herî kêm hewldanek bi qasî ya me û şerkeriyek taxtîkî ya bi hostayî tê xwestin. Encax bi xwe razandina vê kesayet, bi rêxistin kirî û bûyîna xwedî pîlan kes dikare encam bigire.
Ger em ji kesayetiya me ya herî ji xwe razî bipirsin ku di vê mijarê de çiqas heye ango nîne, her tim ya ew diteyisîne; “Wê goşa min hîn çiqasî din fireh bibe, ez dê çawa derdora xwe ya ehbab çawîş bigirim gel xwe, ez dê silala xwe çawa derxînim pêş, wê berjewendiyên min çawa mezin bibin, ez dê çawa bikarim PKK’ê bikar bînim, ez ê çawa bikarim li beramberî gel sextekariyê bikim” nêzîkatiya tê raber kirin ev e. Ger yê herî baş di vê rewşê de be, eşkereye ku wê ev amûra legal a demokratîk bi vî şêwazî neyê nirxandin. Herweha tê dîtin ku baş nayê nirxandin.
Divê dev ji bi vî rengî bikaranîna qadên legal bê berdan. Bi taybet dij şoreşiya li Tirkiyê, faşîzm û dîsa lîberalîzm û li ser mijarên demokrasiyê divê zelalî bê bidestxistin. Berî her tiştî pêwîste şêwazê asta xebata rêxistinê ava dike bê dîtin û duristiya hinek tişt li vê zêdekirinê bê raberkirin. Ger tiştekî bê kirin hebe, ev bi hewldanek bandor bê pêkanîn. Di asta dostaniyê bi PKK’ê re di qada legal de têkoşîn dayîn, yên dixwazin jî tişta bikin ev e. Potansiyelekî mezin a girseyî ya PKK’ê heye. Girseya wê bi awayekî fedakar ji aliyê madî û manewî ve her tişta xwe dê deyne
holê. Ev tê zanîn. Vaye, em nêzîkatiya; “Ez dê bikevin posîzyona dostaniyê û vê bikar bînim” pir xeter dibînin. Hişyar dikim! Me got tenê şivanek jî ji PKK’ê qutkirin pir zahmete. Wekî din PKK mîna ku bi derziyê bîrê bikole hewldana wê mijara gotinê ye. Hişyariyên me ji ber vê ne. Ger bêy ku tu hewl bidî van nirxan desteser bikî tu yê perîşan bibî, wê tu ji dawiya ku te heq kiriyê rizgar nebî! Ji nirxên sereke yên PKK’ê re ti carî wisa erzan, bi
dek û dolabên feodal nêzîk nebin! Em ji niha ve vê hişyariya cidî dikin. Vê teysîna xwe di çapemeniyê de jî kiriye. Paşê, bila kes nebêje çima ev hatine serê min. Li şûna bê gotin; “Ez dostê PKK’ê bûm, min ji girtiyên PKK’ê yên di girtigehê de, rêxistinên dervî welat belê girt, çima wisa li min kirin” bila li jiyana di nav de ne binêrin. PKK çawa xwe dide jiyîn, jiyana milîtanê wê çawa ye? Divê ev baş bê dîtin û wane jê bê derxistin. Tevgerek ewqas nirx ji nebûnê afirandiye, di tarîgewrikê de û di bin mirina mezin de jiyan dike û ewqas rastiyan di tarîhiyê de derdixîne holê, ne gengaze ku mirov bi serê van ê biçûk rave bike. Ji ber vê jî xafîlên wisa derdikevin holê. Divê ev xafîl bi
xirabî xwe têkilî nirxên PKK’ê nekin. Dubare hişyar dikim! Ger ev xafil di helwestê xwe de wisa berdewam bikin,
teqez bi şêweyekî ne li bendê ne wê dawiya xwe bînin. Ya ji me re ecêb tê jî bi vî rengî bûyera beredayî bûnê ye. Tevî ku her tişt bi xwînê tê afirandin, hewl tê dayîn her tişt dibinê îşkenceyek
bêrehm de bê rizgarkirin, ji aliyê van began ve bi erzanî li ser her tiştî rûniştin nayê pejirandin. Dibêjin em rêberê Kurda ne û mîlyonan dixin bêrîkên xwe. Hewceye mirov ji van re yan bêje bê exlaq, yan har, yan jî dîn bûne. Çi dibin bila bibin, divê ev bi erdê re bên yek kirin. Nebêjin; “Ji me re nehat gotin, ya rast navbera
min û Rêbertiya Partiyê baş bû, min destûr jî girtibû” û bi vî rengî ne min bixapînin ne jî xwe bixapînin. Divê neyê jibîrkirin ku, di av me de di oxira nirxan de şer dijware. Bi destxistina qurişek pere, parçeyek anor, îtîbarek, avakirina malbatek gelê me yan jî her yek ji bandorekê di nêvengek bêrehm a têkoşînê de hatine afirandin. Di vê mijarê de erka dikeve ser milê her kesî tenê û tenê nirx tevlî van nirxan kirin û ji aliyê madî-manewî ve di xizmeta van nirxan de bûyîne. Ger ev nêzîkatî esas bêwergirtin, wê rêza me ji me re hebe û qimetek mezin ji vê re bê dayîn. Di rewşên zahmet de em ê xwedî jî lê derkevin. Lê belê tevî ne şayanî rûmeta van nirxane, şûna xwedî lê derkevin, bêjin em ê xwedî lê derkevin û vê ji bo jiyana xwe ya şexsî bikar bînin wê bi destê xwe fermana xwe binivîsînin. Bila kes nebêje ez nehatim hişyarkirin. Tiştên em dibêjin û hişyariyên me pir vekirîne. PKK, ji dostekî ji rêzê re jî tevgerek dikare her tiştî xerc bike ye. Bi vî aliyê xwe PKK xwedî xisletek wisa ye, bi aliyê din ve jî kesê nirxên wê bi xwe vala xerc bike ger çavê xwe yê rastê be jî tevgerek ji derxistina holê û eciqandinê xwe şûn de nade ye.