NAVENDA NÛÇEYAN – 10 çawîşên pispor ên tevlî êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Parastina Medyayê bûne, derûniya wan xirab bû û îstifa kirin.
Di êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17 nîsanê de dest pê kirin de şerên dijwar rû didin. Ev şerên dijwar êdî bandoreke nebaş li derûniya leşkeran jî dikin. Hat diyarkirin ku di van êrişên Tirkiyeyê de her ku diçe hejmara leşkerên mirî zêde dibe û ev yek di navbera leşkeran de dibe cihê nîqaşan.
Li gor agahiyên bi dest ketin, ji ber şerên dijwar û şert û mercên dijwar ên erazî leşker zehmetiyê dikişînin û ji ber vê di hin leşkeran de trawma rû daye. Hat diyarkirin ji ber ku di şer de hejmara leşkerên mirî zêde dibe çawîşên pispor êdî naxwazin biçin herêmê. Hat derpêşkirin ku heya niha herî kêm 10 çawîşên pispor îstifa kirine.
Çawîşekî pispor ê ku îstifa kiriye, ragihand ku şert û mercên herêmê pir dijwarin û got, gava ew çûne herêmê hay ji vê çêbûne. Çawîşê pispor, diyar kir ku berî ku tevî TSK’ê bibe hem ji ber rewşa aborî hem jî ji ber hestên netewperestî biryar daye bibe çawîşê pispor û got, gava betal maye bi pêşniyara hevalên xwe biryar daye ku bibe çawîşê pispor. Çawîşê pispor, detsnîşan kir ku pêşî ewilî bi hestên netewperestî tevgeriyaye lê paşê mesele ber bi meseleya aborî ve çûye û gava çûye herêmê mirinê bi çavê xwe dîtiye.
Çawîşê pispor, bilêv kir ku li herêma sînor berê wan dane eraziyên ku pê nizanin û di şerê heya niha de gelek esker mirine. Çawîşê pispor, anî ziman ku par 10 esker tevlî êrişan bûne, lê tenê 2 eskere vegeriyane û niha derîniya wî xirab e û ji ber vê îstifa kiriye.