NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Dema ku Denîz Gezmîş dîl hate girtin, Wezîrê Karê Navxweyî yê wê demê jê re gotibû ‘Tu ji ku tê’ wî jî gotibû ‘Ez ji şoreşê têm’ Vê biryardariyê her dem rêya şoreşa pratîk Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan diyar kir. Ew bi biryardariyek mezin tevgeriyan û mirin dan ber çavê xwe. Ji ber vê di vê dil û bîra gel û kedkaran de bûn ala û meşale. Ji wê rojê û heta niha ew ala neket erdê, ew meşale rêya me ronî kir û dilê me germ kir.
Şervanên 6’ê Gulanê di şerê li hemberî faşîzmê de derketin. Ew dijîn û wê bijîn jî. Vê axa ku wan ji bo rizgariya wê xwe feda kirin, tu carî ew ji bîr nekirin. Alaya têkoşînê ya ku Huseyîn Înan bi gotinên xwe ew dewr kir îro di têkoşîna yekgirtî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê de li herî pêş li da. Di salvegera 50’emîn a meşa wan a ber bi nemiriyê de li Kurdistan û Tirkiyeyê şerekî mezin didome. Desthilatdariya faşîst li hemberî gelên bindest, kedkar û pêşengên wan ên şoreşger şerekî mezin dimeşîne û bi zilm û zorê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Tu carî ev qasî zext û zilm nehatibû kirin. Lê mixabin desthilatdariya wna li hemberî pêla şoreşa yekgirtî roj bi roj qels dibe.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê şerek heye. Di navbera serdest û bindestan de şerekî mezin heye. Di wir de em jî hene! Şoreşa yekgirtî heye. Li qadan ji bo guherandinê daxwaz tên qîrkirin. Gelên li hemberî faşîzmê li ber xwe didin hene. Gerîla hene her roj her sefera faşîzmê têk bibin. Milîs hene ku li bajaran her roj her derê dikin eniyeke şer. Heval û hogirên Denîz, Mahîr, Îbrahîm û Mazlûman hene, HBDH hene.
HBDH bang li we dike ku di nav refên şoreşgeran de em şoreşa yekgirtî mezi bikin. Di salvegera 50’emîn a şehadeta wan de em heval Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin em ê meşa xwe ya ber bi serfiraziyê wekî wan bi biryar bidomînin.”