ŞENGAL – Li navçeya Sinûnê û Komelgeha Dugurê îro bi sedan ciwanên Êzidî û welatî rabûn ser piyan û li dijî hebûna hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê ya di nava bajaran de çalakî kirin. Di serî de çalakvanên li Komelgeha Dugurê rêye serek ku derbasî Sinûnê dibû girtin û li derdora hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê ve ku li herêmê bûn kombûn û xwestin ev hêz ji herêmê derkevin.
Her wiha li navçeya Sinûnê jî li çerxerêya Mam Zekî beşekî xelkê kombûn û nerazîbûna xwe li dijî hebûna hêzên Iraqê û PDK’ê ve ya li nava nehiyê de anîn ziman.