ŞEHBA – Gelên Efrîna dagirkirî, duh li Şehbayê şehîdê xwe oxir kirin.
Li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ji aliyê bi hezaran koçberên Efrînê ve şehîd Şiyar hat oxirkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin hat girtin li ser navê meclîsa malbata şehîdan Xedîce axaftin kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest her wiha li ser navê meclîsa Kantona Şehba Ehmed Selamê axaftina bi zimanê erebî kir û da diyarkirin ku ewê heya dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin. piştî axaftin bi dawî bû wesîqeya şehîd Şiyar hat xwendin û diyarî malbata şehîd hat kirin.
Di dawiyê de bi siloganên “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin” şehîd Şiyar hate oxir kirin û ew spartin axê.