MARSÎLYA – Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, endamên Jin ên Ciwan ên Têkoşer li bazara Mîlaneoayê belavok belav kirin.
Ciwanan gotin, “Elmanya fînanse dike, Tirkiye jî bombe dike” û bal kişandin ser kîmyabarana dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî gerîla dike.
Di dema çalakiyê de dirûşmên “Bila panzerên Elman ji Kurdistanê derkevin” hatin qîrîn.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marîgnaneyê li hev civiyan û li qada Port De Bouc meşek lidar xistin.
Di çalakiyê de hate gotin, “Parastina Kurdistanê wezîfeya me ye. Ji ber vê yekê divê em li her qada ku lê ne çalakiyan lidar bixin.”
Ciwanên ku ji Chantier Naval de Province dest bi meşê kirin çalakiya xwe li Centre de Santre Micheal bi dawî kirin.