NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şehîdên Sêdarê bi bîr anî û ragihand ku 9’ê Gulanê sembola têkoşîna pîroz ya gelê Kurde û di dîroka gelê Kurd de laperek zêrîn nivîsandine.
Rejima Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî yên bi navê; Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan, li girtîgeha Evîn a Tehranê bi darvekirin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê bi daxuyaniyekê Şehîdên Sêdarê bi bîr anî.
Di daxuyaniya PJAK’ê de ev tişt hate gotin; “Şehîdên 9’ê Gulanê bi têkoşîna xwe di dîroka têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de laperên zêrîn nivîsandin. Em Şehîdên Sêdarê bi rêzdarî bibîrtinin soza şopandina pêşengêl gel didin.
Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderyan û Ferhad Wekîlî, sembola têkoşîna pîroz ya gelê Kurd û têkoşîna fedayî ya hêzên gerîla bûn. Şehîdan ji bo azadî û demokrasiyê, ezmanê rejîma zalim ya Îranê hejand.
Mamostayê jiyanê, Ferza Kemanger û hevalên wî, şêweyê berxwedana li hemberî rejîma Îranê, nîşanî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dan. Bi xwe jî bi fedayî di vê rêyê de têkoşiyan, berxwedana bê wêne ya Şîrîn Elemhulî ya dijî sîstema dijî jinan ya Îranê, bu meşaleya ronahiyê ya hemû girtiyên azadîxwaz. Wan gotin, radestbûna li hemberî faşîzmê tê wateya mirinê. Eger îro em dibînin di asta Îranê de gurzek mezin li rewabûna sîstem û rejîmê tê dayîn, ev ji ber rêya rast ya têkoşerên 9’ê Gulanê ye. Kemanger û hevalên wê, meha Gulanê kirin meha heq û azadî, meha têkoşîn û bingeha jiyana azad ya Kurdistanê. Bi fedakirina canê xwe, azadiya gelan mîsoger kirin. Wan bi hêza xwe girtîgehê ji cihê kuştinê vegerandin cihê têkoşînê.
Em bang li hemû azadîxwazin dikin, bi bilindkirina asta têkoşîna azadîxwazan, rêya rizgarî ya gelan bigrin ber xwe. Îro kampanyaya ‘Na ji bo sêdare, belê ji bo demokrasî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destkeftiya şehîdên 9’ê Gulanê ye. Em soza xwe dubare dikin, heya daxwazên şehîdan pêkbên, emê têbikoşin.”