REQA – Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir de, ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li ser maleke ku çeteyên DAIŞ’ê xwe tê de veşartine girtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye girtin û dest danîne li ser belge û çekên pê re.
QSD’ê da zanîn 2 kesên din ên alîkarî bi serçete re jî kirine jî hatine girtin.