KOBANÊ – Bi dirûşma “Bi îradeya gelan û gerîlayan em ê dagirkerî, faşîzm û dijminatiya Partiya Demoqrat a Kurdistanê PDK’ê têk bibin.” Li Kobanê meşeke girseyî hate li darxistin.
Ji aliyê Meclîsa Malbata Şehîdan a herêma Firatê Mêtîngek girseyî hate li dar xistin, bi hezaran gelên herêmê beşdarî vê meşê bûn. Meş li ser armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yên li Herêmên Parastina Medya û xakên Şengalê, di heman demê de ji bo xwedî derketina li gerîla hate li darxistin.
Meşa ku ji Qada Azad destpêkirî li Qada Aşîtiyê berdewam kirî, bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, bijî berxwedana Gelê Kurd, na ji dijminatiya PDK’ê re” bi dawî bû.
Herî dawî jî şêniyên Herêma Firatê peyamê xwe yên li hember dagirkeriyê dan û gotin “Heya dagirkerî, têkneçe, emê van qadan vala nehêlin û xwedî derketina xwe ya li gerîla hîna mezintir bikin.”