Di roja dayîkan de dayîkên berxwedêr daketin qadan û PDK’ê şermezar kirin

Dayikên ku li Nisêbînê hatin cem hev êrîşên dagirkeriyê yaPDK şermezar kirin û gotin, “Divê PDK'ê ji xwe şerm bike.”

Mêrdîn – Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Roja Dayîkan de li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbînê a Mêrdîn çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de helbest hat xwendin

Parkarta “Heta rojên azad ava bikin, emê tekoşîna xwe bidomînin” û pankarta Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya bi nivîsa “Dayikên têkoşînê rûmeta me ne” hatin daliqandin. Dayikên ku hatin qada çalakî dirûşmên “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana dayîkan” berz kirin. Di çalakiya ku bi deqeyeke rêz girtinê detpêkirî de dayîkan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Di çalakiyê de bi wesîleya Roja Dayîkan helwesta “Dayîka Delal” hat xwendin.

Dayik dê li gel zarokên xwe bin”

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylu ya bi pîrozkirina Roja Dayîkan dest bi axaftina xwe kir, wiha da diyar kirin:“ Îro dayîk hêvî dikin ku zarokên wan îro pîroz bikin. Lê belê dayîk nikarin bigihîjin zarokên xwe. Çi dibe bila bibe, zarokên me di hembêza me de dijîn. Ev pergal, nahêle dayîk bigihîjin zarokên xwe. Dayîk di rojeke wiha de nikarin biçin ser gorên zarokên xwe jî. Lê ew çi bikin bila bikin, dayîk dê li gel zarokên xwe bin.”

“PDK zarokên me qetil dike”

Dayîk û tevahî kesên ku beşdarî çalakiyê bûne, êrîşên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re li ser Herêmên Parastina Medya şermezar kirin û gotin ” PDK’ê îro çiyayan bonbebaran dike, zarokên me qetil dike. Barzanî zarokên me bombebaran dike. Ma hûn şerm nakin?”

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser têkoşîna Dayîkên Aştiyê û  têkoşîna li dijî şer a dayikên laçik spî hate nîşandan.

Nivîsa Pêş