TIL TEMIR – Tevgera ciwanên şoreşger li bajarê Til Temirê li beramberî dijmantiya PDK’ê ya li ser gelê kurd û dagirkeriya dewleta Tirka ve daxweyaniyek dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Til Temirê li beramberî dijmantiya PDK’ê bi gelê kurd re û dagirkeriya dewleta Tirka a li ser Rojava û Başûrê kurdistanê daxweyaniyek dan. Daxweyaniyê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan dest pêkir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatî xwendin wihaye:
“Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Başûr de şermezar û lanet dikin. Ev yek jî bi dijminatiya PDK’ê tê meşandin, ji ber vê kurdistan dîsa tê perçe kirin bi awayekî rastrast bi telîmata dewleta Tirk e. Em di sedsala 21’yemîn de ne, cîhan ji nava xwe sînoran radike, lê PDK’ê dîwar di navbera Şengal û Rojava de datîne, ev jî yek ji xeyalên Erdoxanî Osmanî ye. Di heman demê ev li dijî îradeya gelên herêmê û di serî de jî li dijî îradeya gelê Kurd e. Em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dibêjin na ji hevkarî û dijminatiyê re, na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, na ji hikumeta Îraqê re. Em wekî ciwan soz didin ku emê dagirkeriyê têk bibin.”
Bêjî Serok Apo
Bêjî Berxwedana Gerîla
Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê
Bijî Gelê Berxwedêr, Bijî YBŞ, YJŞ