NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî sîstema Komara Îslamî ya Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê her tim têkoşîneke destanwarî hatiye meşandin. Ji çiyayan heta zindanan û li her derê Kurdistanê têkoşîna şehîdên me bûye banga azadiya gelan. Êrîşên qirkirinê yên rejîma Îranê tu destûr û mafên mirovan nas nake. li Rojhilatê Kurdistanê li hember faşîzma dewletê û zihniyeta perest ku dibêje, yek netew, yek ziman, yek çand, yek gel…., di pêşengtiya gelê kurd de gelek serhildan hatine li darxistin.
Di têkoşîna azadiyê de meha Gulanê ji ber qehremantiyên ku hatine kirin xwedî wateyeke cuda ye. Şehîdên me ji bo afirandina jiyaneke nû canê xwe feda kirin û bûn sembola têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Rejîma faşîst a Îranê di 9 ‘ê Gulana 2010’an de 5 lehengên azadiyê darve kir. Rejîma faşîst a Îranê, bi darvekirina Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kamangar, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan re xwest dengê azadiyê yê neteweyan bifetisîne. Lê belê bi darvekirina van hevalan re dengê azadiyê yê neteweyan bilind bû, rejîma Îranê xist nava tirseke mezin. Ji bo vê jî cenazeyên şehîdan nedan malbatên wan. Bi vê yekê îspat kir ku li pêşberî cenazeyên şehîdan jî bi tirsin.
Şîrîn Elemhûlî bû dengê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li hemberî rejîma Îranê ya bi serdestiya mêr ku jinê qet nasnake û mafên jinan nade. Her kêliya jiyana xwe bi lêgerîn, şopandin û têkoşîna azadiyê digirt. Li quncikê zindanê li dijî êrîş û êşkenceya dijmin xwedî têkoşîneke bilind û hêja bû. ‘MIN TI CARÎ JI BO TESLÎMIYETÊ TIŞTEK NEKIR’ “Min tenê xwest weke jineke Kurd bi rengekî azad bijîm. Şîrîn El-Elemhûlî bû sembola azadiya gelê xwe. Bêguman li gelemperiya cîhanê pirsgirêkên jinan hene, lê belê li Îranê zext, zext û şikandina vîna jinê di asta herî bilind de ye.
Şehîd Ferzad Kamangar bi sekna xwe ya pêşeng rastiya mamostetiyê nîşan da. Şehîd Ferhad şexsiyeta li ser tê ferzkirin qebûl nekir û berdêla wê jî berxwedaneke mezin nîşan da. Şehîd Elî bi helwest û dilsoziya xwe ya sade ya bi gelê xwe re û daxwaza xwe ya azadiyê, zîhniyeta teslîmkariyê tu carî qebûl nekir. Li hemberî zîhniyeta rejîma Îranê ku bi lêdan, îşkence, girtin û îdaman dixwaze vîna gel teslîm bigire, têkoşîna van şehîdan li ber ronahiya azadiyê ya hemû neteweyan bûye.
Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kamangar, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan bi dilsoziyek mezin di têkoşîna azadiyê de cihê xwe di dilê gelê xwe de girtine û di zindanan de bûne sembolên berxwedanê. Şehîdên Meha Gulan pêşengên azadiyê bûn.