NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Romana ku Ahmetê Bilokî nivîsandî hate derxistin…
Li welatê ku ew lê dijiya, tu tişt bi awayekî asayî pêk nedihat. Tiştên ku li vî welatî pêk dihatin û diqewimîn li tu deverên cîhanê nedihatin dîtin. Her roj bûyerek erjeng, ku mirov di nava matmayînê de dihişt diqewimî. Carna bi kiryar, carna bi zagon û carna jî bi dar- ve- kirina mirovan hemû cîhan li xwe diheyirand. Ango li vî welatî jiyan li ser devê şûrê bû. Kengî, dê çi qewimîba nediyar bû. Ji ber vê yekê mirov û civak bi şev û roj di nava tirs û xofê de dijiyan. Hemû gavên xwe bi tirs û mitalî davêtin. Lewra nedizanîn kengî, çawa, dê çi were serê wan. Vê rewşa kambax, kêlî bi kêlî derûniya civakê xera dikir û dibû sedama bûyerên balkêş, ku mirov metelmayî dihiştin. Lî gel ku ev welat xwediyê xislet û taybetiyên wisa bû jî, ew, ango Şîrîn biryara têkoşîna azadiyê dabû û li dijî vê pergala nexweş mîna serhildêriye danîbû holê û dest bi rêwîtiyek ji agir kiribû. Rêya wê bi asteng bû, bi toz dûxan lê dilê wê mezin bû. Bê şik û guman di riya rastiyê de dimeşiya. Di riya ku ji xwe re mîna rêwîtiya heqîqetê didît dimeşiya. Dema dimeşiya qet li dû xwe nedinêrî û nedixwest stûyê xwe ba bide û li dû xwe binêre.
Piştî demeke dirêj dîsa li bajarê Tehranê bû, di nava girseya gel de bi gavên hêdî hêdî dimeşiya, zêde li der û dora xwe nedinêrî, piştî hinekî meşiya, ji nişkê ve sekinî, bêhnek kûr kişand. Vê carê bi awayekî hûrbûnî li dora xwe nêrî, bi sedan jin dît, hemû di nava çarîkên reş de bûn, tenê çavên wan xuya dikirin. Bêhna wan, rûyên wan, levêm wan, difinên wan, birûyên wan, bişrînên wan, kenên wan û diranên wan veşartî bûn, winda bûn ango dîl bûn. Ango berzebûyî bûn. Hemû dişibiyan hevdû, hemû weke hevdû bûn, weke hevdû dimeşiyan û yek reng û yek nêrîn. Nêrînên bi êş, nêrînên xeniqandî, nêrînên qedexekirî, nêrînên dîlgirtî û nêrînên di bin nîrê zilmê de perçîqandî. Tu taybetmendiyên wan, tu cudahiya wan xuya nedikir. Şîrîn bi dengekî nizm ku tu kesî nedibihîst di ber xwe de got; “Em, di bin van çarikan de hemû taybetmendî, nazenîn, behre û bedewiya xwe winda dikin. Ango em di dîmenekê de heman rengîn. Tu xweseriya me nemaye li vî welatî. Ev pergal bûye kujerê giyan û xwezaya me”
„Ez, Şîrîn, keça Kurd, keça ku zimanê wê, kevneşopiyên wê, dîroka wê, ji hêla serdestan ve nedihat hesibandin. Ez, li gundê Demqislaqê ya bajarê Makuyê ji dayik bûm. Rojbûna min sala 1984 e. Ango di sala vejîna Kurdan de ez hatime dinê, ez jî weke zarokek Kurd di nava çanda Kurdewar de hatime dinyayê, min çavên xwe li gundekî ku şahidiya hemû êş û janan kiriye, vekirine. Roja ji dayikbûm çarenûsa min diyar bibû; êş, girîn, nalîn, axîn, koçberî û mirin. Ev hemû ji bona min weke çarenivîsê hatibû diyar kirin. Dê jiyana min bi van hevokan bihata hûnandin. Û dê ev hevok bibane reşeşevkên min. Ez di nava êl û hozek mezin de hatim dinyayê, min di temenê xwe yê biçûk de, li çîrokên trajîk yên ku li ser gelê min hatine vegotin guhdarî kir. Her roj ez hinî çîrokeke têkçûn, mirin, darvekirin û mişextiyê dibûm. Dayika min bi hêsirên xwe, bi dengê xwe yê kelegirî ji min re qala têkçûna dîroka gelê min dikir. Di temenê biçûkaniyê de min navê Rabîe, Asiye û Yaşar xanimê bihîst. Navê wan, ji bo min nasname bû, kesayet bû û bû paşeroj. Nemaze serpêhatiya Rabîe xanimê, mîna tîrekî sotîner li dilê min ketibû. Lehengiya wê, welatperweriya wê, ji bo min bibû ayetek ji pirtûka pîroz. Min zêde wate û mebesta berxwedana wê nezanîbû. Lê di wî temenê biçûk de nîgaşa min a herî mezin ew bû ku dayika min jî mîna Rabîe bibe jinek bihêz. Nemaze dayika min di şevê zivistanê yên sar de dilê me bi çîroka Rabîe xanimê germ dikir. Gava dayika min navê wê bi lêv dikir keserek kûr dikişand, êşa sed salî ji çavên wê diherikî. Car caran bêy ku em bibînin hêsrên çavên xwe bi çarika xwe ya ku bi moriyan ve hatibû neqişandin paqij dikir. Min zêde wate nedida hêsrên dayika xwe. Piştre ez dê têgeheştibam ku hêsirên dayika min; hêsirên dîrokeke wendabûyî ne, hêsirên gelekî jar û bindest in. Hêsirên neçariya jina Kurdan e, hêsirên têkçûnek dijwarin. Rabîe xanim hevala Hesikê Têlî bû, yê ku dema serhildan û şerê Agirî destpê kir, ji bo serfiraziya gelê xwe rabibû û xwe gehandibû hevalên xwe yên serhildêr.
“Hesikê Têlî bi mêrxasî û merdiya xwe di şerê li dijî Faris û Tirkan de derdikeve pêş. Herî dawî Rabîe Xanim mîna şêre jinekê şer dike û rûpeleke nû di dîroka Kurdan de vedike. Di encame vî şerê Îran û Tirkan de Rabîe xanim tevî zarok û hevserê xwe, Hesikê Têlî şehîd dikevin. “Dema ku dayika min serpêhatiya vê jina leheng bi van gotinên sotêner bi dawî dikir, li çavê min dinêrî û mîna ku ji min re bibêje: ‘te fam kir keça min. ’ Min jî hêdîka serê xwe bi wateya ku min famkiriye dihejand. Nizanim ji ber çi bû, nemaze dayika min ji min re çîrokên jinên leheng vedigot. Berdewam çîrokên xwe dubare dikir. Pir şevan beriya ku ez serê xwe danême ser balîfê û razêm, min ev pirs ji xwe dikir, ‘çima dayika min jî ne weke wan jinên ku bûne mijara çîrokan e?’ Lewra min pir dixwest dayika min jî mîna Rabîe Xanim, biba mijara çîrokan. Lê di wî temenê xwe de min qet bersivek ji bo pirsên xwe nedidît. Ango pirsên min bê bersiv diman.” Lêpirser ji nişkêve ji wir çû. Şîrîn bi tenê li hêwanê ma. Hineka derfeta hizir kirinê dît. Herçiqas ku bedena wê westiya bêhêz bû jî, lê mejiyê wê, bîra wê zindî bû. Cardin her sê pasdar ketin hundir. Yekî ji wan kursiyek anî li hemberî kursiya Şîrînê bi cîh kir û li ser kursiyê rûnişt. Bi çavên tund li Şîrînê nêrî. Bêyî ku biaxive ji cihê xwe rabû, heta ku hêz hebû pehînek li zikê Şîrîn da, ewqasî bi şid lêxistibû ku Şîrîn bi qasî çend deqeyan bi ser xwe ve nehat, dikir nedikir henaseya wê nedihat. Êşek bedewî, êşa ku serê wê êşandibû, xwe li bedena wê rapêça bû. Çend çipik xwîn ji bêvila wê nûqutîn ser çonga wê. Şîrînê di hemû temenê xwe de car yekem bû pêhnek wisa hovane dîtibû. Wê fam kiribû ku ew pêhn rast e rast ji bonakuştina wê lêdane. Aso xwîn hindik be jî êşa pêhnê daketibû û Şîrînê êdî hinekî bêhn distand. Lêpirser hinekî din jî kursiya xwe ber bi ya Şîrînê ve bir, bi çavên xwe yên zîq li nava çavên Şîrînê dinêrî. Keça nazenîn, keça Kurd, keça ku mîna karxezalekê nazenîn û nazdar. Keça ku tenê bi zimanê Kurdî dizanî. Wê tenê biqasî xwe biderbirîne çend hevokên farsî dizanî.”
“Şîrîna çavxezal û keça bêhempa. Niha dest û ling girêdayî, mîna xezalekî ku tîr bi dilê wê ketiye, neçar û birîndar bû. Ne, derew nîne, nemaze ez ji bo mafê jinan têkoşînê didim. Lê min li derveyî zagonan karek nekiriye. Tu kiryarên min yên wisa ji nînin. Hîn ji min fam nekiriye ku ji ber çi sedeman û çima we ez li vir dîl girtime? Çima ez li vir im. Çima hûn vê zilma ku li tu dera cihanê nehatiye dîtin li min dikin. Gelo hûn dixwazin bi vê şikenceyê bigihêjin ku? Lê tiştekî ku ez baş dizanim ev e; ez derbarê pirsên ku hûn ji min dipirsin qet û qet tîştekî nizanim. Hûn dixwazin min bikujin, hûn dixwazin min bibin sêdarê.“