BASEL – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi balafirên şer û obusan bomberdûman dike, dewam dikin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyên ciwanên Kurd ên li her derê Ewropayê dewam dikin.
Ciwanên Kurd pîrozbahiya Tirkên faşîst ên li bajarê Basel ê Swîsreyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, asteng kirin.
Ciwanan dema çalakiya xwe berdewam kirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kirin ku ew ê ji bo êrîşên li ser Kurdistanê li her derê Komara Tirk a faşîst bixin hedefa xwe û derb lêbidin, di heman demê de wê rê nedin faşîzmê ku çalakiyên xwe li darbixin yê wan asteng bikin.
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok APO” nêzî saetekê çalakiya xwe berdewam kirin.