KOBANÊ – Di çarçoveya pêngava seferberiya ku ji aliyê Komalên ciwan de hatiye ragihandin, ciwanên şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevgerê da ne, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ser çiyayên kurdistanê bi taybet Zap û Metîna endamên Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan ên bajarê kobanê derbarê amedekariyên seferberîyê de ji mera axivîn di heman demê de helwesta xwe li beramberî dagirkerîya dewleta tirk û PDK’ê nîşan dan û bangewazî li hemû ciwanên kurdistanê û jinên ciwan kirin ku tevlî şerê rûmetê bibin.
axaftina jina ciwan Firyal temê wiha ye:
“Navê min firyale jinek ciwan a ji kobanê me ,ev êrişa ku dewleta tirk li ser gerîlla û çiyayên kurdistanê dike ev ne tenê bi destê dewleta tirke ,em dikarin bêjin beriya demekê hevdîtin di navbera PDK’ê û dagirkeriya Tirkiyê de çêbû ,di wê hevdîtinê de planek hat danîn destpêkê sînor danîn piştî wê sînorî jî êrişî ser gerîlla kirin.
em dikarin vê îro nebêjin xiyaneta malbata Berzanî, wekî ku em ji dagirkeriyê re dibêjin dagirkerî em dikarin ji wan re jî bibêjin dagirkerî,lê rûxmî ku êrişî gerîlla dikin di vî şerî de yê herî zêde bibin dikeve û tê kûştin dewleta Tirke û ne tenê dewleta tirk hevkarên wê jî malbata Berezanî zêdetir ew tên kûştin û bibin dikevin.
Lê wê binkeftinê ji xwera qebûl nakin vê carê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dikin. Carek din jî em wekî ciwanên Kobanê wekî jinên ciwan yên kobanê me jî seferberiya xwe ragihand, seferberî jî netenê ji bo Rojava ye ji bo her çar perçeyên kurdistanê em dibêjin ciwanên kobanê amedene niha jî em di wê amedekariyê da ne hîn zêdetir çalakiyên xwe amedekarî dikin û hejmarek xortir derbasî vê seferberiyê bibin, bi rihê ciwantî bi rihê seferbertî em bikaribin dagirkerî û mala berezanî têk bibin.”
“Bimire dagirkeriya Mala Barzanî”
“Di dawiyê de bangawaziya me ji bo tevahî jinên her çar perçeyên kurdistanê ji bo tevahî ciwanên kurdistanê re heye beşdarî vê seferberiyê bibin û xwedî li gerîlla û erka xwe yê ciwantî derkevin , xwedî li welatekî azad derkevin, di dawiyê de em dibêjin bimre dagirkerî bimire mala Berzanî.”
ciwanên bi navê mihemed ku endamekî ciwanên Tevdemê ye wiha axivî û got;
“Navê nin mihemede endamekî ciwanên TEV.DEM’ê me ,wekî tê zanî şerê niha li zapê û şengalê bûye em şermezar dikin. Ev şer bi destê mala berezanî ye, dijminatiya PDK’ê ye, bila mala Barzanî nebêje ne ezim her tişt ber bi çave. Em wek ciwan me felsefeya serokatî di zihinyeta xweda çandiye em gotina rêxistin bi serbikevin.
Bangawaziya me bi taybet ciwanên kobanê re heye, me seferberî ragihandiye, dema şerê kobanê dest pê bû,hemû ciwan hatin kobanê û li kobanê şer kirin, bangawaziya min ji bo ciwanên kobanê ye her ciwanek lazime xwe gerîllayek bibîne û bêdeng nemîne, lazime em xwe birêxistin bikin, lazime em vê xiyaneta ku mala bezanî li me dike qebûl nekin dibêjin em kurdin wê demê çima mala berzanî diçe şengalê dixwezin teslîm bikin, di vê derê de kurdeyatî di ku dere da ye, em mala berzanî lanet dikin.”
NC/ Xebat Dêrîk