ŞEHBA – Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan.
Îro di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Erfînê, li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, daxuyanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK’ê ve dan. Daxuyanî ji bo misogerkirina tevlîbûna ciwan û jinên ciwan yên ji bo seferberiya li dijî dagirkeriyê hate xwandin.
Piştî deqeyekê rêzgirtin ji tevahî şehîdên şoreşê re, ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin; ” Dewleta Tirk ya dagirker û qirker, bi hevkarê xwe PDK’ê re, ji 17’ê Nîsanê de êrîş aniye ser Herêmên Parastina Medya cihên ku gerîla lê dimînin. Armanc ji van êrîşan ewe ku, di şexsê gerîla de tevahî gelê kurd tune bikin. Em jî weke ciwanên herêma Efrînê tevlî seferberiya ku ji aliyê Komalên Ciwan de hatî ragihandin dibin. Emê bi soz û tolhildan dagirkeriyê têk bibin.”
Herî dawî bi siloganên “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla, Bêjî Berxwedana YJA STAR’ê” bi dawî bû.