WAN – Li navçeya Artemêta Wanê Makbûle Ozer a 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi hinceta “alîkariya rêxistinê kirine“ 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Dadgeha Bilind ceza erê kir û herdu extiyar hatin girtin.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di 24’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Artemêtana Wanê di encama serdegirtina mala wan a li navçeya Artemêtanê de, di mala ku 4 jê zarok 17 kes lê diman de, Makbûle Ozera 79 salî û Hadî Ozer ê 80 salî hatin destgîrkirin. Li Şukran Yildiz a li malê bû 3 saetan îşkence lê hat kirin û hat destgîrkirin.