NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir dîsa şewat kirine, derbarê şewatên ku pêkanîne de agahî parve kir.
Agahî wiha ye;
“Di 09.05.2022’an de li sûka Bolvadîna Afyonkarahîsarê 15 kargehên ku dijminê Kurdan bûn hatin şewitandin.
Di 07.05.2022’an de li navçeya Somalî ya Manîsayê tankera mazotê ya faşîstê bi navê Mûhammed G. hate şewitandin.
Li Edene, Stenbol, Îzmîr, Manîsa û Bûrsayê di demên cihê de lastîkên bi dehan wesayîtên Tirkên faşîst hatine teqandin.”