NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da raya giştî û tê de ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞ`ê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê, hevkarekî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girt, ku çek ji wan re peyda dikirin û şane finanse dikirin.
Operasyon li ser agahiyên taybet ên yekîneyên me bi dest xistine, pêk hat û bi ser mala ku ew çete lê dima de hate girtin.
Di operasyonê de, miqdareke çekan hate desteserkirin û çeteyê hatî binçavkirin bo dadgehê hate veguhestin.
Yekîneyên Antî-Teror di rojên dawîn de li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ`ê û 2 hevkarên pê re girtibûn.”