NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên dagirkeriyê li seranserî Kurdistanê ciwanên Kurd û dostên wê ve, di nava çalakiyan de ne, her çalakiyê ku ciwan dikin girînge, lê tevlîbûna nava refên gerîla û li dijî dagirkeriyê şerê rûmetê kirin cuda ye. Di pêvajoyê îro de li dijî faşîzmê ji bilî rêbazê şerkirinê, tu rêbazeke din nikare bibe bersiv. Heman demê de yê ku vê rêbazê jî bimeşîne û bide meşandin ciwan û jinên ciwan ve ne.
Dewleta Tirk a dagirker û bi hevkarê xwe PDK’ê re, ji 17’ê Nîsanê de êrîşî Herêmên Parastina Medyayê kirine. Dixwazin di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tevahî gelê Kurd û gelê bindest ve qir bikin û li ser qirkirina wan xwe bidin jiyan kirin. Ji bo vê jî dewleta Tirk ya dagirker bi piştgiriya hêzê NATO’yê, li çiyayên Kurdistanê, li hember gerîla her rêbazê hovane, ji gazên kîmyawî bigire heya çekên qedexekirî hemû xistiye ceribandiye. Lê belê ev êrîşên dagirkeriyê wisa bê bersiv nayên hêştin, dagirker çiqas êrîş dike, gerîla ewqas şer dike, ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê jî ewqas tevlî nava refên gerîla dibin.
Ji bo wê jî Komalên Ciwan, li hember hemû êrîşên dagirkeriyê, yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, li ser tevahî Kurdistanê seferberî îlan kir. Ji ber wê jî ciwanên Kurdistanê bersiva Komalên Ciwan dan û tevlî nava refên PKK’ê bûn. Ciwan bi şîara “Di 50’yemîn sala serkeftinê ya Rêber Apo de, em jî 50’î kes berê xwe didin çiyayên azad” tevlî nava refên gerîla bûn. Rojavayê Kurdistanê ku yek ji cihên herî zêde êrîş li ser tê kirine, ciwanên wê ragihandin ku li hember dagirkeriyê wê tevlî nava refên PKK’ê bûn.
Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ragihandin û di daxuyaniya xwe de ciwanan bal kişand, ser berxwedana gerîla ku tu êrîş nikare li ber wê bi serbikeve û gotin; “Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê kir, ji bilî gerîla kesî parastina gelê kurd û welat ve nekir. Em jî weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê, berxwedaniya gerîla ji bo xwe mînak digirin. Ji bo wê em biryara xwe didin ku bi gerîla re, li çiyayên Kurdistanê tevlî pêngava seferberiya ku tevgera ciwanan ragihandiye bibin, li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla dibin.”
Daxuyaniya ku ji aliyê ciwanan de hatiye dayîn wiha ye;
JI BO TEVAHÎ GEL Û CIWANÊN WELATPARÊZ
Niha li çiyayên Kurdistanê, Tirkên hov û hevkarê wê PDK’ê li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, êrîşên hovane bi pêşdixînin. Lê belê ev bû 50 sal bi têkoşîna PKK’ê bersiva wan tê dayîn. Niha li çiyayên Kurdistanê de asê mane. Li hember gerîla ne dikarin şer bikin û ne jî dikarin şûn de bikêşin. Ev rastiyeke ku tenê PKK’ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê şer dike.
Her carê ku xwestine gelê kurd qir bikin pkk’ê li beramberî xwe dîtine. Di Rojavayê Kurdistanê de yên li beramberî terora dewleta Tirk û DAIŞ’ê şer kiriye û xwe kiriye mertalê parastina şoreşa Rojava PKK’ê bû. Di Şengal û Başûrê Kurdistanê de jî hêzên ku xwe rewa dibînin li hemberî DAIŞ’ê bi derfetên xwe yên mezin têk çûn, tenê gerîlayên HPG û YJA STAR’ê bêyî ku destûr ji kesekî bixwezin derbasî qadên şer bûn û şer kirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo gelê kurd hebûn û nîşaneya sekeftinê ne, ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker vê carê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Di 17’ê Nîsana 2022′ an de dewleta Tirk û hevakarê wê PDK’ê êrîşên dagirkeriyê li ser Avaşîn, Zap û Metîna ve dan destpêkirin. Hemû çete, cerdevan û teknîkên xwe ji bo qirkirina gelê kurd seferber kirin e.
Pêwîste êrîşa ku li çiyayên Kurdistan tê meşandin, wekî êrîşa qirkirina gelê kurd were fêm kirin. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û hevkariya PDK’ê bi hemû cureyên derveyî pîvanên şer li hember gerîla ketiye nava şerekî dijwar. ji bi karanîna gazên kîmyawî, heya bombeyên qedexekirî hemû tên bikaranîn. Li ruxmî vê jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û leşkerên Rêber Apo bi rihekî fedayî û bi israrek mezin li hemberî hêza NATO şer dikin û bê navber derbên giran li dijmin dixin.
Em jî weke ciwanên Rojavayê Kuridstanê, berê xwe didin Zapê. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê kir, ji bilî gerîla kesî parastina gelê kurd û welat ve nekir. Em jî weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê, berxwedaniya gerîla ji bo xwe mînak digirin. Ji bo wê em biryara xwe didin ku bi gerîla re, li çiyayên Kurdistanê tevlî pêngava seferberiya ku tevgera ciwanan ragihandiye bibin, li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla dibin.
Di 50’yemîn sala serkeftinê a Rêber Apo de, em jî 50’î ciwanên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin çiyayên azad. Li ser vê bingehê em bang dkin ku hemû ciwanên Kursitanê tevlî şerê serkeftinê bibin. Werin cenga azadiya Kurdistanê.
BIJÎ SEROK APO
BIJÎ BERXWEDANA GERÎLA
BIJÎ PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ