HESEKÊ – Li kantona Hesekê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve meşeke girseyî hate li darxistin.
Îro li Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de meşeke girseyî hate li darxistin. Meş ji gel dewara Sînalko destpêkir û heya baxçeyê Rêber Apo dewam kir.
Di nava meşê de wêneyên Rêber Apo, alê PKK’ê, heman demê de wêneyên şehîdan jî hatin rakirin. Li ser pankartan nivîsên weke “Berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna wê bibe lûtkeya serkeftinê” hatibûn nivîsandin.
Bi gihîştina çalakvanan ya ji parka Rêber Apo re, destpêkê bi deqeyeke rêzgirtin, piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Medya Ebdilrihman û li ser navê rêveberiya Kongra-Star axaftin hate kirin. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, yên li ser çiyayên Kurdistanê û dan destnîşan kirin ku hêzên dagiker çi bikin û çi bikarbînin jî, wê nikaribin li hember hêza gerîla û bi taybet hêza gerîlayên YJA STAR’ê bi ser bikevin. Ji ber ku hêza azad tu carî bi binnakeve.
Herî dawî jinên ciwan dan diyarkirin ku wê heya dawiyê jî li kêleka gerîla cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin û bi siloganên weke “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla” meş bi dawî bû.