QAMIŞLO – Dibe ku dengek bikaribe qedera gelekê biguhere. Dibe ku dengek bibe lêrgerîna zarokek, ew zaroka ku xwe di pêsîra dayika can terikî û çav li çiyayên dûr de dibîne. Dibe ku dengek bibe perperîk û li heft tebeqe yê jêr û jora gerdûnê bigere. Belê dibe ku dengek, ango efsuna awazek bê sînor, bikaribe rastiya jiyana gelekî, herî xweş û zelal raxîne ber çavan. Ew dengê ku bi sed salan, ji hestê dengbêjan serpêhatiyên xwe digre û tê. Ew dengê ku li kolanên penaberiyê dibe war û welat.
Li ser vê bingehê ji bo salvegera şehîd Hozan Mizgîn, endamên Tev-Çand û Kevana Zêrîn a Qamişlo ji ajansa me re roprtaj dan û di nava axaftinên xw de destnîşan kirin ku heya dawiyê wê hunera ku bi keda şehîd Mizgîn hatî avakirin dewam bikin û gotin; “Şehîd Mizgîn, ji bo me ne tenê şoreşgereke bi rext û çek bû, şehîd Mizgîn di nava şertên herî zor û zehmete zemîna şoreşa hunerî vekiriye, ji bo wê jî emê her ser şopa şehîd Mizgîn bin.
Destpêkê li ser navê Koma Botan ya bajarê Qamişlo Daniş Botan wiha got; “Di şexsê heval Mizgîn fermandarê mezin de, em bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Dema ku mirov behsa şehîd Mizgîn dike, ez bi xwe yek ji wan kesayeta me ku bi deng, sekn, îrade û fikirên wê yên zelal bandor dibim. Şehîd Mizgîn di nava şertên herî zor û zehmet de li berxwe da û rengê civaka jina jî bi xwe re guhert. Di heman demê de bi qehremantiyeke mezin li çiyayên pîroz têkoşenkee bê hempa meşand. Rastî jî her kes nikare bibe xwedî sekneke weke rêhval Mizgîn. Mirov çiqas behsa şehîd Mizgîn bike jî nikare tam pênaseya wê bike, ji ber ku destanke.
Yek ji avakarên koma Berxwedan jî heval Mizgîn bû, stûna koma berxwedan wê avakir û di nava civaka Ewrupa de jî çanda kurdî da jiyan kirin, û ji bo şoreşa hunerî zemînên xurt vekir. Îro jî ger di şoreşa Rojava de jin pêşengtiyê dike, hemû bi keda wan şehîdane, yekn ji wan şehîdan jî Rêheval Gurbet Aydin e. Soza me jî ji bo wan hevalan ewe ku, wê xeta pîroz, wê qehremantiyê ku bi wê gihîşt asta şihadetê em jî bidin dewam kirin. Heya dawiyê jî soza me ewe em hunera xwe bixin xizmeta civakê de û bêyî berjewandiyên xwe yên şexsî. Dîsa dubare dibêjim mirov çiqas behsa şehîd Mizgîn bike nikare tam behsa kesayeta wê bike, tenê em dikarin şopa wan bişopînin. Çawa ku wan canê xwe fedayî vê civakê kir, em jî bi aliyên xwe yên wijdanî û exlaqî vê xetê berdewam bikin. Herî dawî dibêjim şehîd Mizgîn tu carî namire û tevahî şehîdên şoreş namirin û bimire Îxanet, Bêjî Serok Apo.
Jina Ciwan derbarê şehîd Mizgîn de hestên xwe bi vê rengî anî ser ziman;
Navê min Sîmave, ez ji bajarê Qamişlo me, ez endamê koma Botan ya navenda Mihemed Şêxo. Ji bo salvegera şehîda nemir Mizgîn, rastî jî ew ji bo me di aliyê huner de bûye mînakek û em îro hemû li ser riya wê dimeşin. Her dema ku şehîd Mizgîn tê bîra me moralê me bilind dibe, di aliyê manewî de hêz dide me. Ji ber ku di jiyana xwe de gelek êş û zehmetî jî dît heya gihêşt armanca xwe, ji bo wê jî emê her ser vê riyê bimînin. Roja ku dibe salvegera şehîd Mizgîn em naxwazin ew roj derbas bibe, ew hertim di bala me de ye, tu carî ji bala me naçe. Şehîd Mizgîn weke jineke şoreşger pir ked da, civaka me hemû pê bandor bûye û kesayeta şehîd Mizgîn ji bo xwe weke pêşeng dibînin. Em jî weke jinên ciwan hertim şopdarê wê bin, hertim wê di mêjiyê me de zindî be. Şehîd Namire.
Herî dawî Mahsum Hesen nêrînên xwe wiha anîn ziman; “Rastî dema ez dixwazim behsa şehîd Mizgîn bikim, ez heyecan digirim, ji ber ku me demekê bi hevdu ra kar kir, hem di karê hunerî û hem jî yê civakî. Destpêkê me nizanîbû huner çiye, lê dema ku şehîd Mizgîn hate Rojava ji me re deriyên nû yên hunerê vekir. Beriya ku heval Mizgîn were Rojava jin nedikarîbûn serê xwe jî derbixin derve, lê dema ku şehîd Mizgîn hat, hin qalibên bi vê rengî şikandin û deriyên nû ji jinê re vekir. Di nava her kesî de cihê wê hebû, bi rihê xwe jî her kes ber bi xwe ve dikşand. Heval Mizgîn ji bo me bû weke çareseriyekê. Dema ku şehîd Mizgîn kom avadikirin, gelek zehmet bû, ne weke niha rihet bû. Ji ber ku ji aliyê rêjîmê ve nedihat qebûlkirin, li hember peyva kurd bîle pir aciz dibûn, yan ew îşkence dikirn yan jî dixistin zîndanan de. Heval Mizgîn em di gelek aliyan de perwerde kirin, di aliyê hunerî de em bi pêşxistin. Dema ku li Rojava şehîd Mizgîn kom avadikir, hemû bi heman navê bûn, niha vê demên dawiyê her komek xwaseriya xwe çêbûye. Koma şano, govend û stran hemû bi heman navê derdiketin. Ji bo vê jî me demeke dirêj bi heval Mizgîn re karkiriye. Rastî jî heval Mizgîn em fêrî exlaqê dikirin, rêhevaltiya rast nîşanî me da, em jî heya niha bi wê rihê jiyan dikin. Em dikarin bêjin hemû berhemên ku îro ji aliyê hunerî de derdikevin, keda heval Mizgîn e. Emê jî ser şopa wan bin, heya niha jî weke birînekê di hundirê me de ne, heya niha jî dema em qala wan dikin em pê diêşin. Dîsa jî madem em hene û me soz dayî em ser şopo wan dewam bikin. Me soz daye heya hebûna me ser rûyê vê erdê hebe, wê ji bo berdewam kirina riya van şehîdan be.”