KOBANÊ – Vê sibê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker başûrê bajarê Kobanê û navenda bajêr hedef girtibû. Di êrişê de welatiyê bi navê Ekrem Istek ê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû. Istek sala 2014`an di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê de bersiva banga seferberiyê dabû û berê xwe dabû Rojava.
Ekrem Istek (50) ku zewicî ye û bavê zarokan e, piraniya jiyana xwe di xizmeta doza kurdî û tevgera rizgariya Kurdistanê de borandiye.
Ekrem Istek di salên 1990`î de ji aliyê hikumeta Tirk ve hatiye girtin û 10 sal di girtîgehê de derbas kirine. Her wiha lawekî wî di girtîgehên Tirkiyê de tê ragirtin.
Tê payîn ku sibe pêncşemê Ekrem bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle di saet 14:00`an de