KOBANÊ – Kona rûniştinê ya li Kobanê ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatibû vekirin, roja xwe ya duyemîn û dawî de dewam dike.
Kona rûniştandinê ya ku bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê hatibû li darxistin, îro bi tevlîbûna Meclîsa Malbatê Şehîdan, Kongra-Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û hemû endamên sazî û desteyên sivîl yên bajarê Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike.
Beşdarvanan bi deqeyekê rêzgirtin destpêkirin, di nava çalakiyê de sinevizyon derbarê berxwedana gerîla de hate pêşkêş kirin. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftin hate kirin, destpêkê bi xêrhatina tevahî mêvanan kir û piştre destnîşan kir ku, berxwedana gerîla ji bo wan nîşaneya serkeftinê ye.