ŞENGAL – Li Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê ên artêşa Îraq û PDK’ê çalakî hatin li darxistin.
Li dijî êrîşên dagikirina Şengalê ya artêşa Îraq û PDK’ê ve, ku dixwazin peymana 9’ê Cotmehê pêkbînin, Rêveberiya Xwaser a herêmê, gelê Şengalê û ciwanên Êzdî ve rabûn ser piyan. Destpêkê gel bi siloganên “Bêjî Berxwedana Şengalê” meşiyan, piştre jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku armanca van êrîşan ne tenê desteserkirina Şengalê ye, qirkirina gelê Şengalê bi tevahî ye. Li hember wê dan diyarkirin ku wê gelê Şengalê heya dawiyê jî li berxwe bide.
Ciwanên Êzîdê ên ku tevlî çalakiyê bûne nirînên xwe yên derbarê van êrîşan de wiha anîn ziman;
“Em weke ciwanên Êzîdî vê derê de amade bûne, ji bo tifaqên ku ser Şengalê tên kirin. Îtîfaqên ku ser Şengalê tên kirin, îtîfaqên ji rêzê nînin, ew jî îtîfaqên ji bo pêkanîna 9’ê Cotmehê ye. Em jî weke ciwanên Êzîdî didin li vê derê amade bûne da ku bidin diyarkirin emê li her derê parastina welatê xwe bikin û emê nehêlin tu kes ser destkeftiyê gelê me xwe bide jiyan kirin. ”
Herî çalakî bi siloganên weke “Êzîdî Yek Yeke” bi dawî bû.