ENQERE – Astengkirina serdana malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a bi cezayên dîsîplînê yên “bêhiqûqî” çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Di serlêdanê de işaret bi “incommunicado” hate kirin, tê wateya rewşa qutbûna bi temamî ya têkiliyê. Parêzeran diyar kirin ku wernegirtina agahiyê ji Abdullah Ocalan êşkence ye û ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwestin ku binpêkirina mafê hurmeta li jiyana malbatî û taybet, binpêkirina mafê darizandina adîl û parastinê, binpêkirina mafê rêya serlêdanê ya bi bandor tespît bike.