KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xirab Eto, Zor Mixar, Ziyaretê, Beyadê û Ehmed Mûnîr, Şexlera Jorîn, Siftek, Boban yên rojavayê bajarê Kobanê û Girê Miştenûr bi hawanan topbaran dike.
Li gorî agahiyan, heta niha derdora 15 guleyên hawanan li gundên navborî ketine, di topbarana li gundê Zor Mixarê de agir bi malan ket.