REQA – Di çarçoveya hemleya seferberiya ku ji aliyê komalên ciwan de hatiye ragihandin ,tevgera ciwanên şoreşger li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevgerê da ne.
Di 17’ê Nîsana 2022 dewleta Tirk a dagirker bi desteka Nato û bi hevkariya hikumeta îraq û PDK’ê li ser herêmên Avaşîn, Metîna, Zapê tevgera dagirkirinê bi pêş xist. Di heman demê de bi hemû cerdevan û teknîkên xwe yên mezin ve êrîş kirin. Li rex vê jî dîsa gazên kîmyawî bikartînin. Bi ev destek û derfetên zêde yên ku di destê dewleta Tirk de hene, dîsa jî nikare li hember berxwedana gerîla li berxwe bide. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê navber li berxwe didin û derb li dijmin dixin. Di heman demê de bi xwedî derketina li Gerîlayan re, di pêşengtiya ciwanan de her çar perçeyên Kurdistanê li ser piyane û bi taybet jî Rojavayê Kurdistanê.
Ciwanên Rojava û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan di nava çalakiyan de ne. Bi şîara “Werin Cenga Azadiyê” ciwanên kurd û dostên wê di qadan de ne.
Li ser vê bingehê ciwanên bajarê Reqayê di nava hefteyekê de li 10 navçeyên bajarê Reqayê tevî navenda bajêr rêze çalakî li darxistin. Li gelek deveran li ser berxwedana gerîla û li hember wê erka ciwana çiye semîner hatin li darxistin. Di heman demê de li hemû navçeyên Reqayê derbarê berxwedana gerîla de zinevisyon hatin pêşkêş kirin. Çalakiyên şermezarkirina PDK’ê û xwedî derketina li gerîla jî hatin li darxistin.
Çalakiya ciwanên Rojava û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi xebatên cuda dewam dikin, bi perwerdekirin, meş û daxuyaniyan û gelek çalakiyên cuda pêşengtiyê ji pêvajoyê re dikin.