DÊRÎK – Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrikê yê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li Rêber Apo û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî meşek li darxist.
Di meşê de bi dehan ciwanên Dêrikê, koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newroz bi cih bûne û endamên saziyên Dêrikê amade bûn.
Meş ji têketina Dêrikê dest pê kir û ber bi navenda Şehîd Hawar a Ciwanên Şoreşger ve kete rê û bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan, hildana wêneyên rêbertî û alên Yekitiya Jinên Ciwan meş li kolana sereke geriya.
Meş li navenda ciwanan rawestî. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî û got: “Em rêberê têkoşer ku di girtîgeha Îmraliyê de li dijî faşîzma Tirk li ber xwe dide û tê dikoşe silav dikin. Şehîdên têkoşer ku di oxira axa welat de canê xwe daye bi bîr tînin. Ji ber bi saya wan û bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan me ev destkeftiyên mezin qezenc kirin û dê her tim li ser şopa şehîdan bin.”
Rîm Dadat da zanîn ku bi dîlgirtina rêbertî re dijmin xwest vîna gelên azadîxwaz têk bibin û bi girankirina tecrîdê re dixwazin rêbertî ji gel dûr bixin, lê wê yekê nikarin bikin. Berovajî wê bi milyonan mirov bi fikirû felsefeya rêbertî bandor bûn û ji zulma koletiyê rizgar bûn.
Bi diruşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meş bi dawî bû.