DÊRSÎM – Jina Kurd a şoreşger Aysel Dogan a ku di 11’ê Gulanê de ji ber nexweşiya pençeşêrê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kolnê bi merasîmekê ji Dêrsimê hat oxirkirin.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker bi toma, gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî merasîma cenazeyê ku gihîştiye Dêrsimê kir. Girseya ku kombûyî jî da diyar kirin ku ewê heya ku cenaze bin ax nekin wê nehêlin.