QAMIŞLO – Bi boneya salvegera 30’yemîn a şehadeta hunermenda şoreşger Hozan Mizgîn, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo merasîmê bîranînê hate lidarxistin. Endamê Tev Çand, Hîlala Zêrîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser di merasîmê de amade bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed axivî û wiha got: “Hozan Mizgîn bi dengê xwe yê zalal û resen û bi rihê berxwedanê bandora li me kir û li dunyayê dengê wê belav bû.”
Sumeya Mihemed got ew ê xeta şehîd Mizgîn bişopînin û li hemberî zor û zehmetiyan bisekinin û wiha domand: “Divê em hunermend xwe wekî hunermend tenê nebînin, ji ber hunermend ger bê xwestin siyasetmedar e, şoreşger û pêşengê gelê xwe ye. Ji bo wê jî di vê dema hesas de pêwîste em her tim di nava çalakiyan de bin da ku em bikaribin bibin layîqê şehîdên doza welatên xwe. ”
Sumeya Mihemed bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: “Em dibêjin bijî serok APO heya ji me were em ê şopdarê rêya şehîdên xwe bin, bijî berxwedana gerîla, azadî ji bo serok, azadî ji bo Kurdistanê, şehîd namirin.”
Piştre sînevîzyoneke li ser kesayeta şehîd Mizgîn hate nîşand. Helbestvan Ednan Îbrahîm helbesteke li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwend.
Di dawiyêde Koma Stêra Zêrîn a Hîlala Zêrîn, Koma Botan û Koma Cûdî ya bajarê Dêrikê stran, li ber stranan govend hatin gerandin.